Girava birçîbûnê ya Hûsam El-Elî ya ku bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin bi dawî bû.
Endamê Rêveberiya Giştî ya Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Hûsam El-Elî 3’ yê Îlonê ji bo şermezarkirina tecrîda ku dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike girêva birçîbûna destpê kiribû.
El-Elî di girêvê de bang li civaka navdewletî û hemû rêxistinên mirovî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û erka xwe ya li beramberî Ocalan pêk bînin. El Elî derbarê Erdogan de banga vekirina dozê kir.
Husam El-Elî girêva biçîbûnê bidawî kir û banga xurtkirina çalakiyên ji bo azadiya Ocalan kir.