Di encama topbarana artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeya Til Rifet de, sê sivîl birîndar bûn.
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê topbaran kirin.
Di encamê de, sê sivîl birîndar bûn. Yek ji wan navê xwe Xesan Seydo Mamiş yê 32 salî ye.
Birîndar li nexweşxaneya Avrin a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê têne dermankirin.