Navenda Ragihandinê ya QSD`ê nasnameyên 5 şervanên ku di qonaxa dawî a Pênagava Bagera Cizîrê ya bi navê “Şerê Tunekirina Terorê” de şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên şervanên xwe yên şehîd bûne eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin QSD`ê Pêngava Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina baregehên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê ji nû ve dest pê kir.
Hate destnîşankirin ku bi pêşveçûnê re û di encama teqîna mayineke çeteyên DAIŞ`ê de 5 şervan şehîd bûn.
QSD`ê di daxuyaniya xwe de soza xwe ya li hemberî rêhavalên xwe yên şehîd nû kir û diyar kir ku wê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin.