Tirkiye û Îranê bi balefir û topan bi hev re li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dan.
Dewleta Tirk bi balefirên şer herêma Bradostê bomberdûman kir û rejîma Îranê jî bi hawanan li herêmê da. Herdu êrîş di heman wextê de pêk hat.
Rejîma Îranê Şemiya borî baregeha PDK-Î û ya HDK’ê ya li bajarê Koyê ya Hewlêrê bomberdûman kiribû. Dewleta Tirk jî her roj Başûrê Kurdistanê bomberdûman dike û li vê derê leşkerên wê yên dagirker hene.