Idrîs HENAN
Îsmaîl Ozden, an çawa ku jê tê hezkirin; Mam Zekî Şengalî, yek ji kesên ku di pêvajoya Berxwedana Serdemê de her bi gelê Efrînê re di nava têkîliyan de bû. Şengalî ji bo Efrînê çi dihate xwestin dikir û her ji gelê Efrînê re digot: “Berxwedana we, wê bi xwe re serdemeke nû biafirîne”.
Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî berî ku şehîd bibe bi demekê ji Rojnameya Ronahî re derbarê rewşa Efrînê de nirxandin kiribû.
EFRÎN WARÊ PÎROZIYAN E
Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Îsamîl Ozden, bi nasnav Zekî Şengalî di qonxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de hinek nirxandinên girîng ji rojnameya Ronahî re kiribûn. Şengalî derbarê êrişan de digot: Efrîn herêma herî aram a ku xwezaya Kurdan û cih û warê pîroziyên êzîdiyan e. Tirkiyê dixwaze dîroka kevnar a vê civakê qir bike. Ji nû ve peyama “ez hîna ji bona te me” bide çeteyên DAIŞ. Kesên ku îro bi faşîzma Tirkiyê re êrîşî Efrînê dikin DAIŞ`ên rîkurkirî, cil û nav guhartî ne. Faşîzma Tirk heman kiryarên wê li Bakurê Kurdistanê “Cizîr, Silopî, Şirnex, Nisîbîn, Amed…hwd” kir. Ew li ser navê “dewleta îslam li îraq û şam” dikin, Tirkiyê jî bi heman navî îro li Efrînê dike.
TIRKIYÊ LI EFRÎNÊ BARBARTIYÊ NÛJEN DIKE
Şengalî sedemên êrişan wiha vedigotin: Tirkiyê bi dagirkirina Şengalê re xistina Cizîr û Başûrê Kurdistanê armanc digirt. Dixwest riya çeteyan heyanî Dîlokê veke. Yên rê li ber vê projeya dewleta Tirk li Şengalê girt, mudexeleya şervanên YPG û YPJ bû. ji ber vê jî berê xwe dan Kobanê. Lê hevalbendên Erdogan DAIŞ li beramberî berxwedana YPG û YPJ hêza xwe ya dewletî ji dest dan û bê teqet man. Berxwedaniya Kobanê ku di encamê de hevalbendên wî têk çûn, Erdogan har û dîn kir. Ji ber vê sedemê sivîlên Efrînê dikuje. Şengalî digot: Tirkiyê barbartiya li ser pişta hespan li Efrînê nûjen dike.
ARMANC EFRÎNEK BÊ ÊZIDÎ YE
Mam Zekî Şengalî derbarê hedefgirtina gundên êzidiyan de jî ev tişt digot: Dixwazin Efrînek bê êzidî ava bikin. Armanca wan guherîna demografîk e. Bi vê êrişa xwe ya hovane re dixwazin di heman wextê de gelên Rojhilata Navîn çavtirsandî bikin. Herêman ji nişteciyên resen vala bikin û li gorî xwe mirovan bi cih bikin. Derbarê vê projeya Erdogan de Şengalî bi bîr dixist ku; ev hizirandina faşîst a Erdogan tenê ji bo Efrînê nîne, ji bo tevahî Rojava, Mûsil, Kerkûk û Helebê ye. Ji ber têkçûna projeyên wî li Şengal û Rojava, dibêje; ez ê hemû deverên aram ên Kurdan bixim hedefa xwe.
TIRKIYÊ LI EFRÎNÊ WENDA KIRIYE
Şengalî êrişa li ser Efrînê û xeyalên Erdogan ên osmancîtiya modern bi hev ve girêdidan û digot: Yek ji sedemên sereke ya êrişan projeya Erdogan a xeyalên ocmaniyeta nûjen e. Ji ber vê jî, hemû rayedarên Tirk ji 15 Tebaxa 1984an ve digotin; em ê di nava çend saetan, du hefteyan, mehekê de Kurdan tune bikin. Erdogan jî digot; ez ê di nav sê rojan de Efrînê dagir bikim. Şengalî dilê Efrîniyan rihet dikir û digot: Gelê me dikare pir bi rihetî bibêje ku, tevî hemû teknolojiya di destê faşîzma Tirkiyê de û piştgiriya derdorê, îro dewleta Tirk li Efrînê wenda kiriye.
EFRÎN BINGEHA YEKÎTIYÊ YE
Şehîd Zekî Şenglî di nav nirxandinên xwe de dîsa mijara yekîtiya neteweyî ji bîr nedikir û digot: Altirnatîva bingehîn a gelê Kurd yekîtiya neteweyî ye. Ancax bi yekîtiya neteweyî pêşî li êrişan bê girtin. Yekîtî diwarê herî asê ye. Şengalî tekezî li vê yekê dikir û digot: Kesên di nav gel de siyasetê dikin, pêwîste li ser bingeha têkoşîna Efrînê tecrube bigirin û yekîtiya xwe ava bikin. Şengalî her digot ku berxwedaniya gelê Efrîn bi xwe re qedera çar parçeyên Kurdistanê tayîn dike. Berxwedana Serdemê wê dawî li qonaxa desthilatdariya faşîst bîne. Berxwedana Serdemê wê bi xwe re yekîtiya gelan, sîstem û jiyaneke nû ava bike. Wê demokrasiyê li Rojhilata Navîn belav bike.
LI DORA BERXWEDANA EFRÎNÊ BICIVIN
Şehîd Mam zekî Şengalî encamên demdirêj ên Berxwedana Serdemê pir girîng û bi pêşbînî didîtin û ev tişt digot: Gelekî girîng û hestiyar e ku wê di encama Berxwedana gelê Efrînê de serdemeke nû bê afirandin. Ji ber vê xisleta Berxwedana Serdemê, pêwîst didît ku; gelên Kurdistanê û hemû gelên Rojhilata Navîn bi vê rihê berpirsyartiyê nêzî berxwedana serdemê bibin û digot: Pêwîste gelên Rojhilata Navîn li dora Berxwedana gelê Efrînê bibin yek xelek û hesab ji dîktatorê Tirk û ji hevalbendên wî bixwazin. Ji xwe gelê Efrînê ji bo mayîndebûna destkeftiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, biryara berxwedan jêneveger daye. Piştgiriya wê biryarê jî erkekî exlaqî û mirovî ye.