Rojnameya Ronahî

Ezê li nirxên hunermendên şehîd xwedî derkevim

Delîl Tolhildan ku beriya şoreşa Rojava di nav xebatên çand û hunerê de bû diyar kir ew dixwaze xeyala hevrêyên xwe yên şehîd pêk bîne û got, ‘’Peywira min e ku ez li nirxên Hozan Mizgîn, Şehîd Sefkan afirandine xwedî derkevim’’.
Yek ji gerîlayê HPG’ê Delîl Tolhildan 1995’an li Bakurê Sûriyê li Hesekê ji dayik dibe. Tolhildan beriya Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê di nav xebatên çand û hunerê de cih digire, ji 2014’an û vir de li çiyayên Kurdistanê hem gerîlatiyê û hem jî doktoriyê dike.
Gerîlayê HPGê Tolhildan çîroka xwe ya ji Bakurê Sûriyê dest pê dike û digihije Zapê wiha dibêje: “Malbata min ne welatparêz bû. Hevalên min ên dibistanê bi huner û çandê re mijûl dibûn, wêne çêdikirin. Ez jî di 11 saliya xwe tevlî xebatên çand û hunerê bûm. Piştre hêdî hêdî hişmendiyek çêbû, vê kir ku ez hez ji xebatê bikim û pê ve werim girêdan. Malbata min li dij vê bû, ji bo vê jî min ji wan vedişart.’’
BI ŞOREŞÊ RE TÊKILIYA MIN A BI HUNERÊ RE ZÊDETIR BÛ
Tolhildan dibêje piştî Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê meyla wî ya li ser çand û hunerê zêdetir bûye û di vê mijarê de hewcehiyên meztir derketine holê û wiha dewam kir, “Ji destpêka şoreşê ve çand û huner pir bipêş ket. Qada wê ya bandorkirinê berfireh bû. Derfetên perwerdehiyê zêde bûn. Bi vê derfet çêbûn ku çanda Kurdan baştir nas bikim. Di van xebatan de herî pir min hez dikir resman çêbikim. Jixwe bi çêkirina resman min dest bi xebatên çand û hunerê kir.”
Gerîlayê HPG’ê Tolhildan behsa giringiya xebatên hunerê kir û got, “Hevrêyên pir hêja hebûn. Gelek keda Heval Delîl, heval Evdilsemet, Brûsk Hesekê di vê xebatê de heye. Herî pir hevrêyê ku bandor li min kirî Şehîd Delîl bû. Li sazê û gîtarê dixist, li gel vê, dengê wî jî zehf xweş bû. Bi moral û kelecaniya xwe hemû derdora xwe dilxweş dikir. Ji ber bandor û keda wî min navê wî li xwe kir. Saza min, gotina min, li bara wî çi qasî kêm bimîne jî min xwest xeyalên wî li vir pêk bînim.’’
MIN DIGOT QEY JIYANA GERÎLA TENÊ BI ÇEKÊ YE
Tolhildan diyar kir her ku çanda xwe nas kiriye zêdetir bi gel ve hatiye girêdan û di encama vê de 2014’an de tevlî nav gerîla bûye û got, “Cara pêşî dema ku hatim çiya min got qey derfet tine ku xebatên çand û hunerî werin geşkirin. Min digot qey jiyana gerîla tenê bi çekê sînordar e, lê dema ku hevalan gitar ji min re anîn, ji bo resman dema ku kaxez û qelem ji min re anîn, min fêhm kir ku PKK çi giringiyê dide xebatên çand û hunerê. Wê demê mirov fêhm dike, PKK an jî gerîla tenê ne bi şer dixwaze civaka azad ava bike, dixwaze bi pêgiribûna bi çand, huner, rêz û rêçikan dixwaze civakê ava bike. Bi vê hêza ku min ji hevrêyan girtî, zêdetir bi hunera xwe ve hatim girêdan.”
Gerîlayê HPG’ê Tolhlildan destnîşan kir ku, armanca PKK’ê ew e ku ‘dîroka winda zindî bike’’ û got, “Her civak dîroka xwe bi rêyên cuda tîne zimên. Kurdan bi çîrok û dengbêjan dîroka xwe tîne ser zimên. PKK bi têkoşînê dixwze vê dîrokê zindî bike û ji bo vê têdikoşe. Çand û hunera li nav PKK’ê geş dibe jî mînak vê ya herî berbiçav e.”
GERÎLA XEYALÊN XWE PÊK TÎNE
Gerîlayê HPG’ê Tolhildan dibêje ku xeyala wî ya mezin ew e xebatên hevalên xwe yên ku demên cuda şehîd bûne, pêk bîne û got, “Ez dixwazim li nirxên ku Hozan Mizgîn, Hozan Dilovan, Şehîd Sefkan ava kirine xwedî derkevim û bi pêş ve bibim. Ev ne tenê daxwazek e, her wiha peywira min e jî.”
Tolhildan ku li nav hemû dijwariya şer li Zapê doktoriyê dike, herî dawî got: “Her çendî kêm bimînim jî di qada çand û hunerê de dixwazim xwe pêş ve bibim. Dixwazim li bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd xwedî derkevim û xeyalên wan bi hunera xwe nîşan bibim. Her gerîla bi xebata xwe ya bi xwestekê û li gel vê bi têkoşîna xwe xeyala xwe pêk tîne. Çiya qonaxeke girîng e.Ne tenê Kurd hemû civakên ku li azadiyê digerin li van çiyan dikarin xeyalên xwe pêk bînin.”…ANF