Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya çalakiyên destpêkê ya hemleya “Şerê Tunekirina Terorê” ku beriya du rojan dest pê kiribû, aşkera kir. QSD`ê destnîşan kir ku 41 çete hatin kuştin û gelek nuqte ji çeteyan hatin rizgarkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê bîlançoya destpêkê ya Pêngava ʺŞerê Tunekirina Terorêʺ de daxuyniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Li aliyê rojhilatê gundê El-Baxoza Jorîn, hêzên me di 10`ê Îlona 2018`an de 3 km pêşde çûn. Şer sîng bi sîng di navbera hêzên me û çeteyan de derket. Di encama wê de çeteyan gelek zerar dît û 10 nuqteyên bicihbûna çeteyan hatin rizgarkirin. Her wiha hêzên me di roja duyemîn de 1 km pêşde çûn û 7 nuqte ji çeteyan rizgar kirin.
Di wî şerî de balafirên koalîsyonê 3 caran tevgera çeteyan kir hedef.
Di şerê vî baskî de, 4 şervanên me birîndar bûn û me ew ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê. Her wiha mayinek bi buldozereke hezên me ve teqiya û tenê zerarên madî çêbûn.
Eniya El-Kesra: Hêzên me li gelek aliyan pêşve çûn. Di roja yekem û duyemîn de 6 km pêşve çûn. 10 nuqteyên çeteyan hatin rizgarkirin. Li wê derê şerê giran ê rû bi rû di navbera hêzên me û çeteyan de çêbû. Her wiha balafirên koalîsyonê 7 caran tevgera çeteyan kir hedef.
Yek ji fermandarên hêzên me destnîşan kir ku hêzên wan di wî şerî de 41 çete kuştin, gelek alavên leşkerî, cebilxane û treksên çeteyan rûxandin. Her wiha 6 şervan jî şehîd bûn.
Heta niha li wê derê şerekî dijwar didome û çete bi hemû hêza xwe hewl didin pêşveçûna hêzên me asteng bikin.ʺ