Bi sedan welatiyên navçeya Şêran a Kantona Kobanê ji bo azadiya Rêber Ocalan meşiyan û tecrîd şermezar kirin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Şêran a girêdayî Kantona Kobanê ya herêma Firatê meşek birêxistin kir. Bi sedan welatiyên navçeyê, nûnerên Kongreya Star û endamên Saziyên Civaka Sivîl tev li meşê bûn.
Di meşê de wêneyên weke “Bi projeya Netewa Demokratîk em ê komployê bi dawî bikin, azadiya Rêber Apo azadiya me ye, jiyana wî jiyana me ye, bimire Tirkiya faşîst ” hatin vekirin, her wiha wêneyên Rêber Ocalan, alên TEV-DEM û YPG/ YPJ’ê hatin hildan.
Meşê ji ber navenda navçeya Şêran bi dirûşmeyên weke “Bê serok jiyan nabe, bimre Tirkiyeya faşîst” dest pê kir.
Welatî piştî meşê li ber avahiya TEV-DEM’ê civiyan.
Li vir Endamê Rêveber ê Yekitiya Ciwanên Rojava Partîzan Kerkûk axivî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêber Apo nikare pêşî li têkoşîna gelê Kurd bigire.”
Endama Kongreya Star a navçeya Şêran Eyda Ebas jî axivî û tecrîd şermezar kir. Eyda bang li gelê Kurd kir ku li hemberî faşîzma dewleta Tirk û ji bo azadiya Ocalan bibin yek.
Çalakî bi silavkirina berxwedana Imraliyê bi dawî bû.