Rojnameya Ronahî

Idlib û Şoreşa Rojava

Medeni FERHO

Dagirkerên Kurdistanê ji komkujiyên li dijî Kurdan têr nebûn, vijdnaê  hêzên navneteweyî jî şiyar nebû.  Cîhan jî di xwîna Kurdan de difetise.
Sedsala bîstûyekê biqasî sedsala bîstan bi xwîn bûye. Komargeri, ber bi tîrantiyê ve diçe û sîstema komargeriya netewe-dewletan jî, êdî  tîrantî ye.
Doh bû, li Tahranê  sê tîranên dewletên komarger li hev civiyan. Rusya, Iran û Tirkiye!… Civîna Tahranê berdewama  Astana bû.. Astana çavkaniya rijandina xwînê û komkujiyan e. Efrîn mînak e!..  Sê tîranan, li Tahranê jî  xwestin destdirêjiyan li paşerojên gelan bikin, lê keliha Astana  (8 Îlonê)  hêrivî. Hêviyên tîran Erdogan yê Osmanî û şantajîst têk çûn.

Iran tîrantiya mollayan e, Rusya û Tirkiye tîrantiya yek mirovî ne.  Sê tîran, ne  li ser tîrantiya xanedaniyan, li ser bingeha xelef û selef hatine avakirin.  Iran û Tirkiye, di aliyê siyasî, civakî û aborî de di nava erdhejê de ne û di aliyê felsefî de, copy’ek xerab ya feodal in. Desthilatdarên li Iran û Tirkiyê, olê, tarîqat, mezheb û  feodalîteya rezîl û rûswa wek zirx bikartînin û bûne mînaka dewletên “pagan”.

Rusya jî, xwedî navdariyek nukleerî û otorîteya polayî ye.
Ji bo ku di arêna sîyasî de cihê xwe bigirin, êrîşker in. Hem sûper kapîtalîst in, hem emperyal in, hem jî hawariyên aştiyê ne. Bi taybetî  Tirkiyê,  hem dagirker e, hem hawariya aştî û demokrasiyê  ye, hem xulamokê emperyalîstan e, hem ant-î emparyalîst e.

Sê tîranan, di şerê Suriye de jî, ne durust bûn, bêbext bûn û  li gorî “maslahat”guzariya xwe  li cem hev in; wek sê sexmeyên meşka dew,  hev disenidînin.  Civîna Tahranê, sê sexme ji hev de xistin, meşka dew kete erdê û  dew  rijiya. Astana, êdî kavil e û dîroka kavilan jî weytî jarê û dilo jarê ye.

Hêrivandina Astana Idlib e. Idlib, wê bandorek mezin li şerê Suriye û  li Şoreşa Rojava bike. Idlib qonaxek nû ye û metirsiyek ciddî ye.  Divê Kurd bêhtir ji her demê şiyar tevbigerin.

Astana hêrîvî, lê dijminên Kurd, bi taybetî Iran û Tirkiyê, li dijî Kurdan êrîşên nû dane dest pê kirin.

Tirkiye, li Bakur, Rojava, Başûr û Ewropa êrîşên xwe didomîne. Tîran Erdogan,  Festîwala Navneteweyî ya Kurdan bi desthilatdariya Elmanya da betal kirin. Niha jî, wek hewldana Musilê-Başîka, dixwaze li Idlibê, çeteyan ji tunebûnê rizgar bike. Wek  hawariyê aştiyê diqîre.  Tirkiye dixwaze tevahiya cografya Kurdistanê, bike cihê  tirata çete û kontra.

Erdogan, ne tenê dîktator e, mirovekî malak, bêbext û talaqreş e; li Tahranê jî ji bo ku bandorê li Rûhanî bike, ji Şîrazî helbest xwend. Rûhaniyê jî, li Hewlêr- Qoyê  komkujî kir. .

Tirkiyê li Efrînê rojane sucê mirovahiyê dike, cîhan bêdeng e. Dîktatorê epîlepsîk, piştî dagirkeriya Biradost, amadekariya dagirkeriya Kerkûkê dike.
Iranê, piştî civîna Tahranê, sê ciwanên Kurd, Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar Muradî û Loqman Muradî dardekirin. Di heman demê de,  navenda PDK-Î û HDK, li Hewlerê-Qoyê  bombarduman kir û komkujî kir. Cîhan dîse bêdeng e.

Car din tînime bîra PDK û YNKê; na Tahran, ne Enqera dostê we ne; Qendîl  dostê we ye. Dagirker ne PKKe, Iran û Tirkiyê ne.

Idlib, qonaxeke nû ye û rejîma tîran Esad jî, li Qamişlo duyemîn car êrîşek provaqatorî kir. Pêşî bi Suryaniyan û dibistanên bazirganî provaqasyon kir; roja Şemiyê li Qamişlo, bi êrîşa li dijî hêzên asayişê provaqasyon kir.

Şerê cîhanê yê sêyemîn, şerê navbera gelan û tîranan e, şerê navbera  gelan û netewe-dewletan e, şerê demokrasî ye. Di vî şerî de tenê Kurd li dijî “tîranên hevkar”  şer dikin. Repertuwara teşqeleyan ya tîranên hevkar  jî pirr dewlemend e.