Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

25 şervan tev li Lîwa El-Şemal El-Demoqratî bûn

05/09/2018
in NÛÇE
A A
25 şervan tev li Lîwa El-Şemal El-Demoqratî bûn
Share on FacebookShare on Twitter
Ji aliyê Bargeha “Siqûr El-Zawiyê” ve dewreya perwerdeyê ya yekemîn a hêzên taybet ên Lîwa El-Şemal El-Demoqratî  bi merasîmekê bi dawî bû.

Di dewreya ku 15 rojan berdewam kir de 25 şervanên Lîwa El-Şemal El-Demoqratî tev lê bibûn.

Bi armanca qedandina dewreyê  merasîmek li gundê Xarûfiyê yê dikeve başûrê bajarê Minbicê hate li darxistin.

Fermdarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Ceyş El-Siwar, endamên Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyeyê û Partiya Sûriyeyê Pêşerojê di merasîmê de amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan, beşdarên perwerdeyê sûnda leşkerî xwarin.

Bi navê Bargeha Siqûr El-Zawiya Arif El-Esfer axivî û bi dawîbûna dewreya perwerdeyê li şervanan pîroz kir û got, “Em serbilind in ku dewreya yekemîn a hêzên taybet ên Siqûr El-Zawiya der çû. Bi hêvî ne ku hûn li gorî erk û soza xwe bin ku welat ji komên tarî û dagirkeran biparêzin.”

Di merasîm de, Rêveberê Buroya Siyasîy a Lîwa El-Eşemal El-Demoqratî Îyad Xetîb  jî bidawîbûna  yekemîn dewreya perwerdeyê pîroz kir ku destnîşan kir ku şervanên vê dewreyê fikrê Sûriyek ne navendî û demokratîk hilgirtine. Xetîb anî ziman ku Lîwa El-Şemal El-Demoqratî beşek ji QSD‘ê ye, armanca xwe parastina tevahî gelê Sûriyeyê ye.

Merasîm bi axaftina Berdevkê Fermî yê Ceyş El-Siwar Ehmed Sultan Ebû Erac bi dawî bû.

Ebû Erac got, “Ev ax bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, şehîdan destanên qehremanî nivisandin. Em soz dikin ku têkoşîna xwe mezin bikin ta tevahî herêm ji çete û dagirkeran werin rizgarkirin.ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.