Ednan MISTEFA – Piştî Komara Tirkiyê li ser destê Kurdan û Tirkan hate damezrandin, tovê faşîzma Mustafa Kemal Ataturk, wehedê hatibûn dayîn jibîrkirin û dest bi pêkanîna Plana Şerq Islehetê kiribûn. Ji bo Kurdan ji cih û warên wan bigirin û hemû nirxên pîroz li ser vê axa pîroz Kurdistanê jiyan kirine winda bikin. Li ser dest û lingekî bi awayekî lez û bez Plana Şerq İslehê xistin meriyetê.
Ji bo em rewşa Efrînê piştî dagirkeriya artêşa Tirk a faşîst baş fêm bikin, divê beriya her tiştî, tişta di mejiyê miletgeriya Tirkiyê de hatiye çandin û bi Plana Islehet a Şerqê li Bakurê Kurdistanê ketiye dewrê were femkirin û piştre ya Efrînê jî bibîne.
Di Plana Şerq İslehetê ya ku bi taybet piştî sala 1923’an kete meriyetê di beşa belgeya “Şark Islahat Planı” ya pêncemîn de wiha ferman tê dayîn: “ Wê li rojavayê araziya terikandî ya di navbera bajarên Wan û Midyatê de penaberên Tirk werin bicihkirin. Ji ber wê, mal-mulkên Ermeniyan ên li eyaleta herêma bin kontrole de ne wê ji aliyê maliyê ve neyên firotin û hetta wê ji Kurdan re neyên kirêkirin. Tirk û Arnawûtên ku ji Yûgoslavya tên û penaberên ku wê ji Îran û Qafqasya werin wê destpêkê li xetên di navbera Elezîz-Erxenê-Amed, Elezîz-Palû-Kîxi, li Geliyê Mûrad ê ku di navbera Palû û Mûşê de, li rojhilat û başûrê çiyayê Çewligê, li geliyên Xinis û Mûrad, li deşta Mûşê, li derdora Gola Wanê û li xetên di navbera Amed-Xerzan-Bedlîs de werin bicihkirin.’’
Plana li Betlîs û Wanê pêk hatî, İro li Efrîn pêk tînin.
Ango li seranserê Kurdistanê Kurdan ji cih û warên wan qut dikin û li cihê wan netew û kêmnetewên ji nijada Tirk yên weke Muhacîrên Qafqasya, Arnawût û Yugoslavî bicih bikin. Gelo dema dîman ku li Bakurê Kurdistanê ketiye meriyetê, îro em li Efrînê dibînin, di wateyeke din de dîroka Osmaniyan li hember Kurdan di kesayeta AKP’ê û dîktator Erdogan de xwe nû dike û bi navê Osmaniyên nû derdikeve pêşberî me?
Li Bakurê Kurdistanê lingê civaka Kurd ji gund û cihwaran birrîn, ter û hişk şewitandin. Nav û cihê Kurdistaniyan guhertin û navê xûnrijên xwe li van deveran kirin. Şûnwarên kevnare yên dîroka Kurdan ku rêçên xwe ji serdema Mîtaniyan digrin an xirakirin, an jî navê pîçên paşayên Osmaniyan lê kirin.
Rastiya li Efrînê tên jiyankirin çendî bi mirov tehl û nexweş be jî, lê mixabin îro ev dîrok li ser Efrîna rengîn xwe dubare dike.
Pîrozahiyên Êzidiyan û Elewiyan jî bûn hedef
Bi destpêkirina operasyona dagirkirina Efrînê di 20 Çileya 2018’an de, hemû rengên faşîzma AKP’ê xwe li civak û erdnigariya Efrînê ferz kir. Li Efrînê hemû cihên pîroz û kevneşopên dîrokî rastî talan û xirakirinê hatin û hîna tên. Ji wan cih û warên ketine ber xezeba dagirkeriya Tirk wiha ne: Girê Endarê yê dîrokî, gundê Kîmarê û Berdê, Keleha Nebî Horî, Şikefta Duderî û parestgeha gundê Elbiskê. Ne tenê ev cihên dîrokî, her wiha perestgehên olî û goristanên şahîdiya kevnedîroka civaka Kurd jî dikin bûne hedefa pîçên osmaniyan ji wan cih û waran jî wihane: Ziyaretgeha Henên, Ziyaretgeha Abdulrehman, perestgehên Êzidiyan ên li Gundê Qîbarê, Sînka û Feqîra. Her wiha ziyaretgeha bi navê Yagmur Dede ya Elewiyan û mala Elewiyan ên li navçeya Mabeta jî nesîbên xwe ji hovitiya Tirkan girtin.
Li gel talan û diziya rojane mal û milkên hemwelatiyên Efrînê ku tê kirin. Dar û ber, zeviyên Zeytûnan, Henar û baxçeyên Efrîniyan jî rastî rakirin, şewitandin û hilkişandinê tên.
İntîqama xwe di xirakirina Gora Dêrsimî de dîtin
Dewleta dagirker bi vê yekê têr nabe, her tişta ku weke nîşaneya pîroz, nirxê civakî û dîrokî çi dibîne û hêj jî maye xira dike. Her wiha di dema şer de goristanên şehîdan ên Şehîd Seydo, Şehîd Refîq û Şehîd Avesta xira kirin. Gora zanayê Kurd Nûrî Dêrsimî ku ji ber zilma dewleta tirk xilas bû û xwe li axa Efrînê girt, Tirkiye ji bo întîqama xwe ji gora Dêrsimî bigire ewder jî xira kir.
Ev beşek bû ji kiriyarên dagirkeriya Tirk li Efrînê, li navend û gundewarên Efrînê jî gelek cih rastî guhertin û berovajîkirinê hatine. Ji wan ciha jî; li Raco “Kevirê Ker” ku li gel Efrîniyan weke qibleya Berxwedana Serdemê tên nasîn, Faşîzma tirk navê “Kevirê Ker” kiriye “Şehîtler Tepesi” û 9 alên Tirk lê hatine çikandin. Dîsa meydana “Kawayê Hesînkar” navê wê guhertine û kirine “Meydana 18 Adarê” ango roja ku Efrîn dagirkirin. Meydana weke Qada Azadî dihate naskirin jî bi navê “Meydana Recep Tayyîp Erdogan” hatiye binavkirin.
Armanca Plana Şerq Islehatê, guhertina demografîke
Di vê çarçoveyê de tişta ku li meriyetê tê meşandin, berdewamkirina Plana Şerq Islehetê ya dagirkeriya Tirkiyê ye. Ango baskê li ser Rojava û taybet li ser Efrînê tê meşandin e. Bi rastiyeke wiha re rû bi rû mayîn, her çendî dil êş be jî, derveyî serkeftinê tu şansekî din ji bo Kurdan nahêle. Dagirkeriya Tirk hemû rê, rêbaz û aligir û çeteyên xwe bi kar anîn Efrîn dagirkir û piştre plana guhertina demografî bi anîna niştecihên Xûta, Idlib, Hema û Humis ên bermahiyên DAİŞ û El Qaîdê anîn Efîrin û di malên Efrîniyan de bicih kirin û hîna jî bicih dikin.
Em bi van rastiyan Serwerin
Ev polîtîkaya dagirkeriya Tirk, tevgera Kurd û gelên herêmê hîn nêzî hev dike. Dibe ku bi Plana Şerq Islehetê, Kurd ji cih û warên wan dûr xistibin, lê civaka Kurd hîn zêde hişyar kir û çavên wê li heqîqeta dijmin vekir, rastiya polîtîkaya dagirkeriya AKP’ê nas kir. Bi van rastiyan, Kurd di roja îro de, ji bo rizgarkirina Efrînê, ne tenê leşkerî, siyasî jî serwer in. Kurd îro hêza xwe bi rêxistin û yekîtiya xwe de dibînin, ji ber gelê Kurd li ser rastiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin bûye ku Ocalan dibêje: “Heqîqet Eşq e, Eşq jî jiyana Azad e”. Bi vê rastiyê serwextbûn, derveyî serkeftinê tu şansê Kurdan tûne ye.






