Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêxê Êzidiyan nerazîbûn nîşanî hikûmeta Iraqê dan

31/08/2018
in NÛÇE
A A
Şêxê Êzidiyan nerazîbûn nîşanî hikûmeta Iraqê dan
Share on FacebookShare on Twitter

Serokê Eşîreta Şêx Xelef û mezinê gundê Guhbel Şêx Emer El Ecac diyar kir ku kesên di fermana 3’yê Tebaxê de alîkariya DAIŞ’ê kirine, niha dîsa vedigerînin gundên Şengalê û rexne li hikûmeta Iraqê kir. El Ecac bang li Serokeşîrên Ereban jî kir ku bi hevre kesên di komkujiyê de cîh girtine bigirin û teslîmî edaletê bikin.

Li Şengalê piştî ku herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, gelek malbatên koçber bibûn, vegeriyan malên xwe. Ji bilî malbatên Êzidî, malbatên Ereb ên ku ji gundên xwe derketibûn jî vedigerin.

Lê belê tê gotin ku di nava welatiyên ku vedigerin gundan de kesên ku li gel DAIŞ’ê di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de cîh girtine jî hene.

Di 28’ê Tebaxê de jî di bin parastina hêzên artêşa Iraqê de welatiyên Ereb ên 15 gundên girêdayî Şengalê vegeriyan malên xwe. Li gorî welatiyên Şengalê di nava van malbatan de hin kesên ku di fermanê de piştgirî dane çeteyên DAIŞ’ê hene.

Serokê Eşîreta Şêx Xelef û mezinê gundê GuhbelŞêx Emer El Ecac têkildarî mijarê axivî û bibîr xist ku hîn jî gelek keç û xortên Êzidî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne, lê hikûmeta Iraqê bêyî ku nêrîna wan bigire kesên tiliya wan di xwîna Êzidiyan de heye tîne herêmê.

El Ecac destnîşan kir ku kesên alîkariya DAIŞ’ê kirine û gelê Êzidî qetil kirine niha tînin herêmê û wiha got: “Em dibînin ku bi biryara hikûmeta Iraqê kesên destê wan di xwîna Êzidiyan de heye, careke din tînin kêleka me û dixwazin em bihev re bijîn.”

El Ecac diyar kir ku hikûmeta Iraqê tu hesaban ji bo gelê Êzidî nake û got: “Niha Şengal dorpêç kiriye. Rêya diçe Başûrê Kurdistanê, Rojava li ser gelê me digirin û li riya ku diçe Mûsilê jî dijminê me bicîh dike.”…ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.