Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Vê carê jî wê bi ser nekevin

31/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Vê carê jî wê bi ser nekevin
Share on FacebookShare on Twitter

Çend salin li Sûriyê şoreş heye, qeyran û alozî didome. Gelek kom derketin û komkujî pêk anîn. DAIŞ bi destê Tirk û gelek aliyên din hate avakirin û bû sedema ku komkujî û qetilkirin mezin çêbibin. Heta hin komên wiha hatibûn avakirin ku kezebên mirovan dixwarin. Ji ber ku ewqasî kîn di hundirê wan de hatibû avakirin ku rojane wekî cenaweran mezin dibên li ser kuştin û hovîtiyê. Dîmenê ku di sala 2013 li herêma Idlibê hat belavkirin ku Ji serçeteyên Cibhet el-Nûsra ê bi navê Abo Seqar ku hinavên yek ji leşkerên Rêjîmê derdixistin û dilê wî dixwar rastiya vê paşverotî û kîna ku hêzên paşverû dixwazin di nava gelên herêmê de derbixin nîşan didin.
DAIŞ avakirin û di bin navê Îslamê de bi hezaran kes qetilkirin û heta niha jî bi sedan kes winda ne û rojane deverên ku di destê wan de bûn gorên komî tên dîtin. hêzên faşît û rêjîmên heyî yên paşverû bi van hewldanan dixwazin di nava gelên herêmê de tevlîhevî derxin û desthilata xwe li ser wê mayînde bikin. Berê DAIŞ’ê dan şengalê û xwestin di nava gelên vê herêmê ku bi salane bi hevre jiyan dikir de pirsgirêk derkevin û kîn çêbibe. Dîsa komên wekî El-Nûsra û hwd hatin avakirin û di bin navê şerê li dijî rêjîmê de li dijî gelê Elawî sor kirin.
Dîsa xwestin di nava kurdan de jî tevlîheviyê derbixin û komên di bin navên kurdî de avakirin û li dijî tevgerên kurd yên niştîmanperwer xistin hereketê. Yek ji van mînakan jî avakirin komên bi navê Pêşmergeyên Roj ku bi destê MÎT’a Tirk hatin avakirin û li gel PDK’ê hatin bicihkirin.
Pir hewdanên bi vî rengî hatin kirin û heta niha jî bi rêbazên cûda didomin.
Lê ev hemû hewldan negihiştin encamê. Bi taybet li bakurê sûriyê hemû hewldan bi endizyariyeke pir zane û balkêş hatin têkbirin. Di nava gelên herêmê de ku berê jî çiqas nakokî hatibûn avakirin hatin bêbandorkirin û rakirin. Dijminatiya ku rêjîmê di nava kurd û Ereban, hêrsa Misilmana li dijî Xirstyanan ku bi zanebûn hatibû çêkirin ji holê hatin rakirin. Gelên herêmê tev de cihê xwe di nava hêzên parastin, rêveberî û hemû beşên civakê de girtin. Ya herî zêde ku rêjîm acizdikirin jî ew mijara ku nakokiyên di nava civakê de bi dawî bibin. Ji ber wê jî him dewleta Tirk li herêmê him jî Rêjîma Baas ji van hewldanên xwe venegeriyan û niha jî didin meşandin..
Ev demeke dîsa mijarekî ku ketiye rojevê û dixwazin bi vê yekê provakasyonan derbixin mijara perwerdeya bi zimanê Siryanî û dibistanên taybet ku bûne cihê bazirganiyên û mîtina xwîna malbatan ne.
Dibêjin ku rêveberiya xweser li dijî dibistanên Siryaniyan biryar girtine û di bin vê navê de hin xwepêşandanên ku çend kes li der û dora xwe komkirin dixwazin rojevekê avabikin. Û hin dezgehên çapemeniyê jî propaganda vê yekê dikin. Ev alî jî ev dezgehên çapemeniyê jî tên zanîn ku ser bi kê ve ne û ji mêj ve de çi rola xirab di derxistina tevliheviyê di nava civakê de listine tê dîtin..
Biryara rêveberiya xwesser bi taybet ji bo vê mijarê jî ewe ku hemû pêkhate bi zimanê xwe yê dayîkê fêr bibin û fêrkariyê dûrî bazirganî û siyaseta qirêj bixeye.

Mihemed SEYDÎ

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.