Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk ketiye krîzeke kûr û tengijî ye

30/08/2018
in ROJEV
A A
Dewleta Tirk ketiye krîzeke kûr û tengijî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir, dewleta Tirk a ji ber têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd ketî krîza aborî pir tengijî ye.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Goteborgê ji bo yek ji fermandarê HPG’ê Atakan Mahîr û ji bo Endamê Koordînasyona Êzîdî Zekî Şengalî ku bi êrîşa dewleta Tirk şehîd bûn bernameyek bîranînê pêk anî.
Kartal di civînê de li ser pêşketinên li Kurdistanê û Tirkiyê axivî.
Kartal got Şengalî û Mahîr ên ku bi êrîşên dewleta Tirk şehîd bûne, şervanên azadiyê yên îdeolojîk, felsefî û xwedî tecrûbeya leşkerî bûn.
Kartal got dewleta Tirk a ji ber têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd tengijî û ketî nav krîzeke giran a aboriyê her ku diçe bêhtir êrîşkar dibe û got, ‘’Dewlet pir neçar maye. Ev krîza aborî encama şerê 3 salan ê li dijî me ye.’’
Kartal da zanîn di nav konsepta wan de hilweşandin û tinekirina dewleta Tirk tine, ti pirsgirêka Tevgera Azadiyê bi şexsan re tine, pirsgirêka mezin bi pergalê re ye.
Kartal wiha got, “têkoşîna me bi rengekî pir berfireh mîna li Rojava wê geştir bibe. Li Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê bi hemû derfetên xwe em ê hewl bidin ku pergalê biguherînin. Alîkariya ku dewleta Tirk ji Ewropayê distîne jî bi têkoşînê divê em bidin rawestandin. Em ê hewl bidin ku gelên Ewropayê di vê mijarê de agahdar bikin.”
Kartal diyar kir ku Tevgera Azadiyê planên dewleta Tirk ên li Îdlibê xira kirine û dewleta Tirk pir tengijî ye. Kartal got; “dewleta Tirk piştî demeke ne dirêj li gel çeteyên bermahiyên DAÎŞ’ê di serî de ji Efrînê wê ji Sûriyê werin derxistin.
Kartal anî ziman ku ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peywira mezin dikeve ser milê Kurdistaniyên li Ewropayê.
Kartal got, “Li derveyî welat divê em gelek bixebitin. Her kes neçar e ku keda xwe tevî vê têkoşînê bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.