Parêzer û Endamê Komîteya Çavdêriya Mafên Mirovan û serokê Komîteya Qanûnî ya Rêxistinê ya Kantona Efrînê Israfîl Mistefa diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpêkirina hemû mafên mirovane.
Parêzer Israfîl Mistefa diyar kir ku li gorî qanûnên navnetewî, Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî neqanûnî û neadil hatiye dadgehkirin û tê girtin.
Israfîl Mistefa bi bîr xist ku komploya li dijî Ocalan sûcek e û wiha dewam kir: ʺDewleta Tirk û bi hevkariya dewletên din, Ocalan neçar kir ku ji Sûriyeyê derkeve. Ocalan bi awayekî nemirovî revandin û radestî dewleta Tirk kirin. Ev kiryar ne li gorî qanûnên navdewletî ye. Eger dadmendî hebûya diviyabû hemû dewlet û kesên ku destê wan di girtina Ocalan de heye bihatana mehkemekirin.ʺ
Mistefa wiha dewam kir, “dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê hemû qanûnên navnetewî binpê dike.ʺ
Di dawiyê de parêzer Israfîl Mistefa bang li hemû hiqûqnas û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî kir ku erka xwe di çarçoveya qanûnên navnetewî de pêk bînin û rê li ber binpêkirinên dewleta Tirk ya qanûnên navnetewî bigirin. Mistefa xwest ku ji bo rakirina tecrîdê û eşkere kirina rewşa Ocalan bikevin nava hewldanan…ANHA






