Rojnameya Ronahî

MŞD’ê ji bo bîranîna Zekî Şengalî banga tevlîbûnê kir

MŞD, Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî ê di 15’ê Tebaxê roja salvegera Komkujiya gundê Koço de ku bi sûîqasta balafirên dewleta Tirk şehîd ket wê li Swîsre bê bibîranîn.

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MSD) bi daxuyaniyekê ji bo bîranîna Mam Zekî Şengalî wê li bajarê Swîsreyê 2’yê Îlona 2018’an de çalakiyeke ya bîranînê lidar bixe.

MŞD’ê banga tevlîbûna xurt ji bo bîranîn û xwedîderketina li têkoşîna Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî  kir.

MŞD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, Mam Zekî Şengalî ji bo Civaka Êzidî yên li Şengal û derveyî welat jiyaneke nû afirand. MŞD’ê da xuyakirin ku wê li ser şop û rêya Mam Zekî bimeşin û di qada navneteweyî de hesabê vê komployê bipirsin.