Rojnameya Ronahî

Rêjîma Sûriyê hêzên xwe dişîne Îdlibê

Rêjîma Sûriyê hêzên leşkerî ku ji komên çekdar pêk tên şandin Îdlibê.
Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê hêzên rêjîmê bi dehan çekdarên komên çekdar ên ku lihevkirin bi hêzên rêjîmê re li Deraayê pêk anîne, ber bi çeperên şer ên li Idlibê ve birin. Tê payîn ku di nava çend rojên bê de şerên dijwar li wê derê destpê bikin.
Hêzên rêjîmê çekdar ji Xûta El-Şerqiye û Deraayê ber bi parêzgehên navendî, başûrê Sûriyê û derdora Îdlibê ve birin.
Lihevkirina Rûs-Tirk ya li Laziqiye, Heleb, Hema û Îdlibê di roja 12`an de tê binpêkirin. Her wiha li Cebel Tirkmen a gundewarên Laziqiye û derdora El-Raşidîn a aliyê rojavayê Helebê di navbera hêzên rêjîmê û komên çete de şerê dijwar heye.