Rojnameya Ronahî

Em ê rêya Mam Zekî Şengalî bişopînin

Koordînasyona Civaka Êzidî daxuyakirin ku civaka Êzidî û gelê Kurd bi xwedî derketina li Encamê Koordînayona Civaka Êzidî Zekî Şengalî bersiv daye dijmin û got; “Em soza bilindkirina têkoşînê didin şehîdê xwe û tevayî gelê xwe. Em ê şopdarê rêya Mam Zekî bin.”
Koordînasyona Civaka Êzidî bi daxuyaniyek nivîskî ji ber xwedî derketina li Endamê Koordînayona Civaka Êzidî Zekî Şengalî spasiya gelê Kurd kir.
Di daxuyaniya Koordînayona Civaka Êzidî Zekî Şengalî wiha tê gotin; “Wek tê zanîn di 15’ê Tebaxa 2018’an de êrîşek namerdane li ser Şengalê çêbû, Mam Zekî hatibû hedef girtin û di encama wê de pêşengê me, rêberê me, Mamê me û rêhevalê me Mam Zekî şehîd bû.
MAM ZEKÎ
XWEDÎ KED BÛ
Mam Zekî ji bo îradekirina Êzidiyan, ji bo tifaq û yekîtiya Êzîdiyan xwedî ked û fedekariyek mezin bû. Mam Zekî bi zimanê gelê me yê Şengalê ‘Stûna Tifaqa Êzidiyan’, ‘ Stara Êzidiyan’, ‘ Ava devê zarokan ‘, ‘ Pariyê devê belengaza ‘, gopalê destê kal û pira û her wiha Mam Zekî ji bo Êzidiyan taybet ji bo Şengalê her tişt bû.
MAM ZEKÎ CIVAKA ÊZIDÎ BI ÎRADE KIR
Ji her tiştî girîngtir jî Mam Zekî civaka ku ji bermahiyên fermanan mabû, bê hêvî û bê bawer ketibû ev civak bi îradekir, bi rêxistinkir, zanakir û ev civak bû ayîdê xwe. Ji bo wê jî herî zêde civaka me ya Şengalê Mamê wan ji bo wan dihat çi watê ? baş dizanin.
Ji bo wê serî de civaka me ya Şengalê, hemû başên Kurdistanê û dervey welat ev 13 rojin bi şehadeta Mamê xwe ser piyane û xwedî li Mamê xwe derdikevin. Peyamên ku dan dijminên xwe. Dibêjin ‘ di şexsê Mam Zekî de hûn nikarin îrada me , civaka me tune bikin, em ê doz û têkoşîna Mam Zekî heya dawiyê bişopînin û bibin serkeftinê.’
GEL ARMACA DIJMIN VALA DERXIST
Ev du hefteye ku gelê me yê Kurd û bi taybet civaka me ya Êzidî bi hemû sazî û dezgehên xwe, bi eşîr û cimaetên xwe, bi oldar û ruspiyên xwe, bi jin û ciwanên xwe û hemû beşên civakê li Mamê xwe yê Zekî xwedî derketin, hedefên dijmin vala derxistin û peyama pêwîst dan dijminên xwe. Em wek Koordînasyona civaka Êzîdî gelê me yê ku li kolanan rabûn ser piyan peyam dan dijmin bigre, gelê me yê ku di taziyan de amadebûn û bi erkê xwe rabûn; her malbat û şexsê ku xemgînî jiyankir em spasiya tevayî civak û gelê xwe dikin.
EM Ê RÊYA MAM ZEKÎ BIŞOPÎNIN
Em jî weke Koordînasyona Civaka Êzidî di wê bîr û baweriyê dene ku fikir û felsefa azadiyê ya ku Mam Zekî daye vê civakê serî de jin, ciwan û tevayî civaka me ya Êzidî ew ê şopdarê xet û doza Mam Zekî bin.
Disa em jî rêhevalên wî yên têkoşînê weke Koordînasyona Civaka Êzidî emê şopdarê rêya Mam Zekî bin û em soza bilindkirina têkoşînê didin şehîdê xwe û tevayî gelê xwe.”