Wednesday, June 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Riya Îdlibê di Moskovayê re derbas dibe

26/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sempatiya  Çepgiran(!) a ji Erdogan re
Share on FacebookShare on Twitter

Di demekê de ku operasyoneke muhtemel a li dijî Îdlibê rojev e, başkirina têkeliyên rejîmê yên bi Tirkiyeyê re weke hewldanekê dixuye. Xwediya hewldanê jî -weke ku gelekî li pêş çavan e-Rûsya ye. Gava dawî ya di vî warî de hatiye avêtin, axaftina hefteya borî ya li Rûsyayê ya Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu bû. Wî di axaftina xwe de gelek tişt gotin. Lê tişta di hişan de ma, tarîfa wî ya têkeliyên xwe yên bi Moskovayê re bû. Wî got danûstendina wan a bi Rûsyayê re stratejîk e. Ji bo Rûsayê çiqwas stratejîk e, nayê zanîn, lê xuya ye ku axaftina wan û Tirkiyeyê gelekî li gorî konjunkturê ye. Di vê konjunkturê de jî bi hin tavîzên ji herdu aliyan dikarin rejîma Esad û ya Erdogan bighînin hevdu.
Hînê di bîran de ye ku têkeliya wan çawa xweş bû. Pişti mirina Hafiz Esad li Sûriyeyê hêviyên guherîna sîstema dîktatoriyê bilind bûbûn. Lewra kurê wî Beşar esad xwedê giravî bi hilbijartinekê hatibû ser hukum. Bi hatina xwe re jî Beşar bahsa guherînan kiribû û ji bo pêkanîna demokrasiyê û hurmeta mafê mirovan gelek soz dabûn. Lê guherînên Beşar Esad pêk anîbûn ne li nava welêt, li derve deng vedan, lewra Esad siyaseta dewletê ya derve guherîbû.
Guherîna herî mezin a di têkeliyên Sûrî ya bi cîhana din re, ji Tirkiyeyê dest pêkiribû. Siyaseta li ser înkara Kurdan a herdu welatan şirîkatiyeke mezin a li ser astengkirina tevgera Kurdî bi xwe re anîbû. Di encama vê şirîkatiyê de jî ji bo başkirina têkeliyên di warê din de jî Esad derketibû gera Tirkiyeyê. Ew dîmenê wî yê bi Erdogan re, her li ser medyaya civakî tê parvekirin. Ji damezrandina Suriyeyê ve heta hingê cara pêşî û cara dawî ewqas têkliyên Şamê yên bi Tirkiyeyê re baş dibû.
Ev başbûna têkeliyên Tirkiye û Sûriyeyê bi destpêka komploya navneteweyî re xwe nîşan dabû. Û bi teslîmkirina endamên berê yên PKKê, Suriyeyê xwe bi Tirkiyeyê şêrîn kiribû. Pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Suriyeyê de yên weke parvekirina avê û bajarê Hatayê ku Suriye weke perçeyekî axa xwe dihesiband, li aliyekî hatibûne hiştin. Li dewsa van pirsgirêkan ji bo başkirina têkeliyên aborî û siyasî Esad bi rêvebirên hukumeta Tirkiyeyê re peyman îmzekiribûn. Di nav van peymanan de astengkirina Kurdan a bibin xwediya statuyekê jî gelekî li pêş bû. Lewra hingê daxwaza federasyonê ya ji bo Başûrê Kurdistanê di rojevê de bû û Erdogan û Esad, tevî Serokkomarê Tirkiyeyê yê hingê Ahmet Necdet Sezer, her digotin ew li dij in.
Ev dijayetî îroj jî ji bo Rojava heye. Tabî ji wê rojê ve ye gelek tişt guherîne. Lê tişta ne guherbar, nêrîna li destkeftên Kurdan a van rejîman e. Bi hevkariya xwe çiqwasî dikarin zirarê bidin kurdan ev mijareke din a nîqaşê ye ku mirov dikane gelekî jî spekule bike. Lê ne dûrî aqil e ku sibê Îdlib bi destê Tirkan ji rejîmê re were dayîn. Îhtimala operasyoneke şirîk a QSD di nav de ya lidijî Îdlibê, ji niha ve Tirkiye xistiye vê riyê. Rûsyaya êirîka Stratejîk a Tirkiyeyê, dikare rejîma Esad jî bixe ser heman rêyê û hevrêtiya wan a berê zindî bike.

Burhan ERDEM

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî
NÛÇE

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî

10/06/2025
Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.