Wednesday, June 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hewariyên Kurd bi ser dikevin

25/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
A Deraa jî çû!
Share on FacebookShare on Twitter

Dema ku Hz. Îsa dest bi têkoşîna xwe ya li dijî koletiyê kir, hinek bawermendên bi doza wî li dorê civiyan û pêkve têkoşîna Hz. Îsa bi rê ve birin. Bawermendên Hz. Îsa bi navê hewariyan dihatin naskirin. Hewarî jî ew alîgirê dilsoz û wefedar ku mîna cawekî spî dilê wî ji her qisûr, fihêt û lekeyekê paqije ye. Ango destbirayê xweşbext ê pêxemberan e. Bi riya hewariyan bawerî, fikir û ideolojiya Hz. Îsa li her çar aliyên dunyayê belav bûn. Niha jî ev bo zêdeyî 2 Hezar salin beşek mezin ji mirovahiyê li ser hîm û rêgezên perspektîvên baweriya Hz. Îsa xwe bi rê ve dibe. Modela jiyana xwe jî li gorî wê hilbijartine.
Li cem me Kurdan ti pirsgirêka pêxemberan ne jî ya hewariyan nîne. Pirsgirêka me her hişmendî û ideolojî ye. Afrînerî û xuliqkariya rêbazên têkoşîna hemdem e. Vê xisleta me ya lawaz bandor li herikîna dîroka gelê Kurd a tije êş kiriye û destê neyar û dagirkeran li ser me dirêj kiriye. Trajediyên me gelek zêde kiriye. Di nav sîstema cîhanî de em bê pergal, statu û welat hiştine. Ev jî wek ku gelek difikirin, xwe naspêre fedekarî û cesareta gelê Kurd. Berovajî xwe dispêre dilpakî, bêbextî û destpîsiya Kurd. Ger em çavekî kurt li dîroka Kurdan bixin, her doza pêxember û hewariyên me li hemberî reşkujiyên destpîsên Kurdan darb xwariye. Neyarên Kurdan jî di vê ferqa dilpakiya Kurdan de ne. Ji ber vê jî her ji bo têkbirina doza Kurd awan û xinizên destpîs şixulandine. Bi hemû rêbazên qirêjiya çêker pêxember û hewariyên me hedef girtine û li kudera dunyayê be jî dest avêtinê.Piştî salên heftiyî û bi derketina ideolojiya nûjen a têkoşîn û berxwedana gelê Kurd, ev hevkêşe û kêmahî bi analîza kûr a dîroka gelekî bindest hate çareserkirin. Ango rêbazê têkoşneke hemdem ku xwe dispêra ders, ezmûn û fêmkirineke dîrokî ji bo biserxistina doza Kurd hate afirandin. Afrînerê wê jî Rêber APO û hewariyên wî bûn. Bi heman rêbaza Hz. Îsa hewariyên Rêber APO li çar aliyên dunya û Kurdistanê belav bûn û doza Kurd ji nav lepên destpîs û xinizan xilas kirin. Bi şêwazên fikra ku azadiya hemû gelan dihewîna nava xwe sûra ku serketina vê têkoşînê misoger dike bilind kirin. Destkeftiyên Kurdan yên îro jî şahidiya pêşengtiya wê paradîgmeya nûjen a ku Kurdan afirandiye dikin. Ji ber vê jî ev tevger, pêşengê û hewariyên wê beramberî êrîşên herî tund in. Hemû dagirker û neyarên Kurdan ji bo têkbirina vê tevgerê bi salane li hev dicivin û plansaziyên qirkirina pêxember û hewariyên gelê Kurd xêz dikin. Bi cureyên herî qirêj û bi rêbazên qelandin, qirkirin û reşkujiyan hewl didin vê tevgera pêşeng têk bibin. Rima hemû êrişên wan ên bênaveber jî destpîsî û xiniziya gelê Kurd e. Li her çar aliyên Kurdistanê zexeliya Kurd li hemberî hewariyên Kurdan serferber kirine. Dibe ku reşkujiya hewariyê Rêber APO Mam Şengalî ne ya dawî be, lê tekez ne jî satsyona dawî ya doza gelê Kurd e. Berovajî, wê bibe hêza têkbirina destpîsiya Kurdên xwefiroş û xiniz. Heyanî ku rêbaza têkoşîna hewariyên Kurd xwe bispêre raman û ideolojiya Rêber APO ku ti têgehên binketinê nahewîne nava ferhenga xwe, wê doza Kurdan di riya rast de be. Berovajî wê jî, xwekujiya misoger e.

Idrîs HENAN

Post Views: 46
ShareTweetPin

Herî Dawî

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî
NÛÇE

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî

10/06/2025
Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.