Tuesday, June 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dilê Kurdistaniyan li Şengalê davêje

20/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dilê Kurdistaniyan li Şengalê davêje
Share on FacebookShare on Twitter

Şengal dîsa bi dengê bombeyên bêhna mirinê jê tên hejiya. Dîsa destên gemar, hevkarên xayîn û xwediyên hestên cemidî, li ser xaka pîroz, biryara fermana temam nebûyî dan. Dewleta Tirk li hemberî pêşketin û destkeftiyên gelê Kurd dîn û har bûye. Li hemberî kurdê azad meydana herbê vekiriye. Xwe bi şer û kuştina gelê Kurd têr dike.

Dewleta Tirk, bi mêjiyê xwe yê pas girtî,  bi kîn û nefretek mezin û bi xayînî tişta ku çeteyên daiş’ê li şengalê xwestin bikin lê, nekarîn bikin îro ew xwe diceribîne. Dewleta Tirk difikire bi van êrişên dike re wê gelê rêxistin bûyî, gelê tama azadiyê girtî, gelê xwedî pîlan û proje, gelê xwe bi hest û fikrên Rêber Apo ava kiriye ji holê rabike. Ceribandina 40 salê tekoşîna gelê Kurd derxistiye holê ku bedel dayîn, her tim bûye sedema derketinên mezintir. Di ti şoreşê gelan de, gelekî ewqas bedel daye tuneye. Gelê kurd bi bedel dayînê xwe ava dike. Ev heqîqetek pir mezine û xwedî wateyek giranbihaye. Gelê kurd gelekî xwe ji mirina xwe diafirînê ye. Gelê Kurd ti carî ji dayîna bedelan gav paşde nevêtiye. Ji roja derketina hereketa azadiyê û heya îro, şehîdbûn timî bûye heqîqeta mezin kirina wateya jiyanê. Rêber APO ji bo rastiya şehîdan pênaseyek wiha ya dîrokî kiribû; ‘PKK’ê partiya şehîdane.’

Dijminên gelê kurd her tim ji pêşengên kurdan tirsiyane. Gelo, ji bo çi û çima tirsiyane.? Ji ber ku gelek bi rêber û pêşengên xwe pêşeroja xwe diafirîne. Civak bê pêşeng nayên pêşxistin, zanekirin û rêxistin kirin. Dewleta Tirk, ji pêşengên ku xwe bi fikir û felsefeya Rêber APO ava kirine ditirse.  Dîroka Kurdistanê bi mînakên nebûna rêberên rast yê civakê ve tijiye. Yên ku derketine jî bi destê xayîn û dijminê kurdan ve hatine hedef girtin. Hedef girtina Mam Zekî çavkaniya xwe ji vê feraset û hişmendiya faşîst digire. Tişta herî zêde di vê rastiyê de, ji mirov re bi êş tê, îxanekarên ku zikê xwe ji sifra guran têr dikin û dibin şirîkên herî xedar yê kuştina bira û xwişkên xwe ye. Yên ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de şengal pêşkêşî çeteyên daiş’ê kirin îro dîsa li ser karin û ji dijminekî wêdatir bi rola tine hesibandina hebûna gelê xwe radibin.

Gelê kurd ti carî ji van êrişên hovane yên dewleta tirk netirsiya ye. Dewleta Tirk kengî serî li rêbazên nemerdane daye li pişt vê nemerdiyê kurdekî ji aliyê dijminê xwe ve hatiye kirîn derdikeve. Eger piştî ewqas tekoşînek dijwar û deskeftiyên giranbiha hîna kurdekî ku çavên xwe, guhên xwe û wîjdanê xwe ji van êrişên dewleta Tirk re digire an jî dibe şirîkê wî ewê ti carî ji aliyê gelê xwe ve neyê efûkirin. Dîrok, însanên ku xiyanetê li irqê xwe kirine her tim lenet kiriye. êdî gelê Kurd gelekî xwe bi dayîna bedelan ava kiriye. dijmin çiqas êriş dike gelê kurd ewqas xwe mezin dike û xwe bi rêxistin dike. êdî gelê kurd êşên xwe dizivirîne serkeftinê. Êş û xemgîniya îro gelê me yê şengalê dijî wê ew êş vegerê tekoşîn û misogeriya êzîdxana azad.

Li şengala pîroz, li ser xaka derwêş û Edûlayan dilê kurdistaniya ji înada dijmin re davêjê. Pêşengê gelê êzîdîxanê, dilpakê welat û xaka xwe Mam Zekî li ser milê keç û xurtên êzîdîxanê xatirê xweyî dawî xwest. Ew ber bi welatê stêrkan ve bi rêket û tevlî nav karwanê şehîdan bû. Ew lawê agir û rojê bû. Lawê ronahiyê, lawê evîn û lêgerînê bû…Wê gelê şengalê û tevahî gelê Kurdistanê bi avakirina kurdistana azad û Şengala xweser xeyalên Pêşengê gelê êzîdaxanê bi cîh bînin…

Avesta AMARGÎ

Post Views: 45
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.