Zekî Şengalî bi destên mêtingeriya tirk di 15 tebaxê 2018’an de bi êrîşek namerdî hat qetilkirin. Bêguman hevalên Zekî Şengalê û yên ku di rêya Zekî Şengalî de dimeşin yê tola vê namerdiyê teqez bigirin. Ti gumana me ji vê yekê tune ye.
Bêguman, Zekî Şengalî li herêma Kurdistanê û bi taybetî jî di nava Êzîdiyan de tê nasîn. Yên ku bi Zekî Şengalî re mane, bi wî re jiyîne, bêtir wî nasdikin.
Ger gotin di cih de be, heval Zekî tam jî ew kesê ku di şoreşên gelan de wek Rêberên Gelan yên xwezayî dihatin naskirin û pênase kirin bû. Çi di mala xwe de çi jî di dema ku heval Zekî bû kadroyê tevgera azadiyê yê profesyonel, ew her tim Rêberê Gelê xwe û her wiha ew di tevahî xebatên xwe yên 40 salî de, her tim, hezkiriyê gelê xwe bû. Çi di xebatên xwe yên Almanya de, çi di xebatên xwe yên dîplomatîk de, çi di xebatên xwe yên gerîla de û çi jî di xebatên xwe yê herî stratejik ango xebatên xwe yên nava civaka Êzîdî de ew her tim, rêber û hogirê gelê xwe bû. Ew mirov e ku her tim êş û elemên wî gelî jiyaye. Ji bona wê jî, li ku derê -dibe bila bibe- ew her tim dilxwazê vî gelî ku êş û elem jiya bû.
Erê, hevalê Zekî rêberekî gelê xwe yê xwezayî bû. Ji bona wê jî çiqas ew evîndarê gelê xwe bû, gelê wî jî ewqasî evîndarê wî bû.
Lê em bizanin ku heval Zekî çendî girêdayî çand û rûmeta Êzîdiyan bû, ewqasî jî girêdayî nirxên civaka giştî ya Kurdistanê bû. Ji bona wê jî hê di salên despêka şoreşa azadîyê de bû xebatkarê herî pêş yê doza azadiya Kurdistan.
Di wateya gotinê de, wî tevahî Kurdistan girt nava dilê xwe û nava dilê xwe de jî Kurdistanek azad avakir. Ji bo ew Kurdistana ku wî di nava dilê xwe de azad kirî bû, bibe rastiyek, wî tam 40 salî di hemû qadên tekoşînê azadiya Kurdistanê de bênavber, tekoşîn û xebat meşand.
Erê, heval Zekî bi van xebatên xwe, bi van xislet û taybetmendiyên xwe yên tekoşer û netewî, xwe kir Sembola Jiyana Netewa Demokratîk.
Bi gotinek din ger em rastiya heval Zekî bînin ber çavên xwe, em dikarin bi rehetî bêjin ku, rêya yekbûyîn û yekîtiya kurdan tam jî di rê û jiyana heval Zekî ya ku çi hevalên wî çi jî gelê me bi çavên xwe dîtin de derbas dibe.
Bi hêviya ku, şehadeta namerdî ya hevalê Zekî bibe hîma Yekîtiya Kurdistan û bibe soz û peymana dijî her awayî dagirkerî û mêtingerî soz û evîna tekoşînê…
Qasim ENGÎN