Ciwanan li Tirbespiyê dewleta Tirk bi meşeke meşaleyî şermezar kirin.
Rêxistina Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) a Tirbespiyê li dijî êrîşa dewleta Tirk a ser Şengalê û bêdengiya hikûmeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê meşek bi meşaleyî lidarxist.
Ciwanan di meşê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk durûşme bilind kirin.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Bêrîvan Silo axivî û anî ziman ku êrîşa li ser herêma Şengalê berdewama êrîşên DAIŞ‘ê li ser Şengal û Bakurê Sûriyê ye û bedewama tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.Bêrîvan got, “Wekî Ciwanên Rojava û şagirtên Rêber Apo em amade ne li hemberî hemû êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bisekinin û soz didin gel, rêberê xwe û şehîd Mam Zekî Şengalî ku em şopdarên rêya wan in û emê bi serkevin.”