Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Desteya Perwerdê Li Herêma Şehbayê bi daxuyaniyekê êriş şermezarkirin

25/11/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
Desteya Perwerdê Li Herêma Şehbayê bi daxuyaniyekê êriş şermezarkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên ku ji duh ve li ser gelê sivîl û zarokan nehatine rawestandin daxuyaniyeke şermezarkirinê dan.

Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêma Şehbayê ji duh ve bi giranî hatine destpêkirin, di wan êrîşan de gelê sivîl û zarokên koçberên Efrînê hatin hedefgirtin û hemwelatiyek şehîd ket. Desteya Perwerdê û Hîndekariyê li hember hedefgirtina zarokan îro li Dibistana Şehîd Egîd ya li navçeya Ehdasê daxuyaniyek bi beşdarbûna dehan ji xwendekar û mamosteyan dan. Daxuyanî bi her du zimanên Kurdî û Erebî hate xwendin. Di navaroka daxuyaniyê de ev hate ragihandin.

Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Di dîroka şeran û qeyranan de yên ku herî zêde para xwe ji kuştinê dibînin zarok in, di heman demê de di qeyrana li Rojhilata Navîn û cîhanê û bi taybet di şerê Sûriye yê ku dikeve sala xwe ya 13’an de bi hezaran zarok bê ku pêşeroja xwe bijîn rastî kuştin û topbaranê hatin, di heman çarçoveyê de piştî şerê cîhanê yê duyemîn saziya mafê mirovan Unicef di sala 1946’an de weke saziya parastina mafê zarokên cîhanê ji qeyran û tûndiyê hat damezirandin, lê tevî van hemû tedbîran jî rojane zarok rastî kuştin û sûcên dij mirovî tên, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê zarokan û dibistanên zarokan bi awayekî rasterast armanc digirin, ji dîroka destpêkirina dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve bi dehan zarok di encama topbaranê de rastî komkujî û kuştinê hatine, bi taybet li kantona Şehbayê zarokên Efrînê yên ku bi darê zorê hatine koçberkirin rasterast di dibistan, mal û kolanan dibin armanca topbarana dagirkeriya Tirk, herî dawî jî di encama topbarana dewleta Tirk a li ser gundê Helîsa yê girêdayî kantona Şehbayê de welatiyê bi navê Mihemed Arif Hec Mehmûd ê 40 salî şehîd ket û 3 zarok jî bi giranî birîndar bûn, ev kiryarên dermirovî yên ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tînin hemû yasa û pîvanên mafên mirovan binpê dikin, ev yek li pêşberî çavên hêzên gerantor ên ku di herêmê de dimînin bê ku paşvelêdereke rast li dijî wê pêk were tê kirin, bêdengiya hêzên gerantor û cîhanê li beramberî van binpêkirinan rewamendiyekê dide domandina komkujiyan di derheqê zarok û sivîlan de, domandina bêdengiyê tehlûkeyeke mezin li ser jiyana xelkên herêmê û zarokên wan çêdike”.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên Mafê Mirovan hate kirin û wiha gotin: “Bi navê Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya herêma Efrîn û Şehbayê em van êrîş û komkujiyan şermezar dikin, sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin û em bang li Saziya Mafên Mirovan û Saziya Mafên Zarokan dikin ku demildest van êrîşan rawestînin û xwedî li mafê zarokan derkevin, ev êrîş sûcekî dijmirovî ye û divê bi awayekî demildest bên rawestandin”.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.