Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrîşa li ser Şengalê berdewama komkujiyên DAIŞ’yê ye

20/08/2018
in ROJEV
A A
Êrîşa li ser Şengalê berdewama komkujiyên DAIŞ’yê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Kurdên li Lubnanê êrîşa Tirkiyê li dijî Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kirin û dan zanîn ku ev êrîş berdewama komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ye.

Di çarçoveya helwestên li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û êrîşa wê li ser Şengalê de, Kurdên li Lubnanê dijîn bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ev êrîş li nîşana zêdebûna êrîşên li dijî gelê Kurd e.

Daxuyanî bi beşdariya dehan welatiyên Kurd li Beyrûtê hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Tirkiye bi van êrîşên xwe hemû pîvan û qanûnên Neteweyên Yekbûyî yên girêdayî qedexekirina destdirêjiya li dewletên cîran binpê dike. Êrîşa Tirkiyê di roja çaremîn a salvegera komkujiya çeteyên DAIŞ’ê li gundê Koço yê Şengalê de nîşaneke din a alîkariya Tirkiyê bi çeteyên DAIŞ’ê re ye.

Rêjîma Tirkiyê ya faşîst siyaseta tunekirinê li ser gelên herêmê dimeşîne. Êrîşa dewleta Tirk a dagirker li Şengalê nîşan dide ku Erdogan asta dijminahiya xwe dijî gelê Kurd bilind kiriye û di rêbazên înkar û tunekirinê de bi israr e.

Em wek Kurdên li Lubnanê van êrîşên Tirkiyê li dijî gelê Êzidî wek destdirêjiyeke li dijî giştî gelê Kurd bi nav dikin.

Em bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiya Navneteweyî dikin ku rê li pêşiya van destdirêjiyên Tirkiyê bigirin û sûcdaran ceza bikin. Em soz didin gelê xwe ku em ê asta têkoşîna xwe ber bi azadiyê ve bilindtir bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.