Lîloz Hisên/Qamişlo
Endamê Komîteya Amadekar ya Pêşengeha Hunera Şêwekariyê Elî Abdullah diyar kir ku armanca lidarxistina pêşengehê, pêşxistina xebatên şêwekariyê û destekdayîna şêwekaran.
Bi drûşmeya ‘Em bi rengê xwe jiyanê dixemilînin’, Desteya Çand û Huner ya herêma Cizîrê, wê bi pêşandana 55 tabloyan pêşengeheke hunera şêwekariyê bê lidarxistin. Pêşengeh wê di 28`ê Mijdarê de li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner bê lidarxistin.
Derbarê amadekariyên pêşengehê, endamê komîteya amadekar ya pêşengeha hunera şêwekariyê Elî Abdullah ji rojnameya me re axivî.
Elî Abdullah di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku armanca lidarxistina pêşengehê pêşxistina xebatên şêwekariyê ye, her wiha weke Desteya Çandê xwedî li van şêwekaran derbikevin, piştgiriya wan bikin û pêşengehan li dar bixin da ku moralê wan xurt bibe û em karibin tevahî şêwekaran kom bikin da ku hev nas bikin û danûstendinê bi hev re kur bikin.
Elî Abdullah wiha pê de çû:” Pêşengeh bi du rengan tê pêşkêş kirin, rengeke jê bi giştî ye her kes karibe tevlî bibe, tu şert û mercên wê tune ye. Rengê din çi kesê şêwekar heye (cv û tablo) ya xwe ji me re dişîne. Komîteyeke nirxandinê tê avakirin û li gorî vê komîteyê tablo tên hilbijartin ji bo tevlî pêşengehê bibe.”
Elî Abdullah destnîşan kir ku pêşengeh îsal weke projeyeke nû û yekmîn wê li ser asta herêma Cizîrê bê lidarxistin û tenê ji bo şêwekarên Cizîrê ye û wiha domand: “Kesên ku tabloyên xwe pêşkêşî komîteya nirxandinê kirin hejmara wan 87 şêwekar bû, piştî niraxndinê 55 tablo hatin hilbijartin da ku tevlî pêşeneghî bibin. Şerteke bingehîn heye di pêşengehê de ku şêwekar bi tabloyekê tenê tevlî pêşengehê bibe.”
Bernameya pêşengehê:
Pêşengeh wê li sê rojan dewam bike 28. 29, 30. Roja 28`ê mehê vekirina pêşengehê ye seat 11`an be, di vekirina pêşengehê de wê du axaftin hebin, axaftina komîteya amadekar ya pêşengehê û ya Desteya Çandê.
Pêşangeh wê 3 rojan vekirî bimîne û her roj di navbera saetên 10’ê sibehê heta 2 piştî nîvro, herwiha ji 4 heta 8 êvarê vekirî be.
Di roja dawî de wê şahiyeke bê li dar xistin, bi amadebûna sê huneremendên hêja( Danîş Botan, Sumeya Mihemed, Şêxmûs dogan), herwiha wê spasname jî ji bo şêwekaran bê belavkirin.
Di dawî de endamê komîteya amadekar Elî Abdullah wiha got: “Berî avakirina Rêvebriya Xweser, gelek astengiyên şêwekarên kurd hebû, tiştên ku hîs dikrin di dilê xwe de nikarîbûn xêz bikin hem derfet tune bû hem jî ji bo me weke kurdan qedexe bû, anha piştî dameziranda Rêvebriya Xweser me karîbû tiştê girêdayî çand û hunera kurdan derxînin pêş.”