Tuesday, June 3, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Huner rehetiyekê dide rihê mirov’

24/11/2024
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Huner rehetiyekê dide rihê mirov’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Hunermenda jin Sîdar Ibrahîm diyar kir ku xeyal û hezkirina wê ji hunerê re bû mîna findekî jê re da ku rêya hunerê berdewam bike û wiha got: ” Hêviya min ew e ku di demên pêş de ez wek jinek kurd li herderê bigerim û dengbêjiya xwe belav bikim.”

Sîdar Ibrahîm Zarokatiya xwe li gundê Xirbet El-Camûs derbaskiriye, wê bawernameya amadehî bi zimanê erebî wergirtiye.  Piştî bidawîbûna xwendina amadehî Akadimiya Hunerî li bajarê Tirbespiyê hat vekirin û wê jî cihê xwe wek xwendekar di akadimiyê de girt. Dema piçûk bû stran digotin lê tu carî xeyal nedikir ku wê rojek ji rojan bikaribe vê hunerê li derdorê balav bike.

Di derbarê jiyan û astengiyên ku hunermenda jin Sîdar Ibrahîm têre derbas bûye ji Rojnameya me re axivî.

Kurte jiyana Sîdar Ibrahîm

Sêdar Ibarêm diyar kir ku di zarokatiya wê de bavê wê gelek bû alîkar pê re û ew kesê yekem bû ku destek dayê da ku derbasî navendên hunerî bibe li bajarê Hesekê û wiha got: “Temenê min 13 Salî bû, ez çû navenda Xabûr ya li bajarê Hesekê, tevî ku derfet zêde nebûn jî li ew wek gavek destpêkê  bû ji bo pêşketina vê hunerê. Li wir ez tevlî girûpan dibûm û min karî dengê xwe li pêş bixim. Paşê ez çûm Akadimiya Hunerî û beşa mûzîkê bi taybet ya deng salekî min xwendin.  Ew sal ji bo min salek dagirt gavên serkeftî bû, li wir fêrî notên deng û zanistên cûda bûn. Piştî bidawîbûna akadimiyê ez hatim bajarê Qamişlo û li wir derbasî Tevgera Kevana Zêrîn bûm, 4 sala wek koma kevana zêrîn a jin em bihev re xebitîn û tevlî gelek festîval û şahiyan ji bûn.

Her wiha Piştî vê xebatê ez carek din vegeriyam bajarê Hesekê û li wir koma zarokan a bi navê koma Eşbalan li navenda Xabûr da avakirin, tenê ev kom ji bo ritim, deng û stranên filklor bû. Min nêzî 2 salan ev kar berdewam kir, êdî zewicîm û carek din min berê xwe da bajarê Qamişlo. Hevjînê min gelekî bi min re bû alîkar da ku ez vê riya xwe berdewam bikim.  Hevjînê min sînema xwendiye û min jî mûzîk xwendiye, lome me biryar da ku em bi hev re navendekî vekin. Ev nêzî 2 sala ye min û hevjînê xwe bi hev re navenedek vekir û em him konsêrt him jî şahiya li dardixin, heya niha em divê navendê de xwebexşin, armanca me ew e ku em derfetê bidin zarokên xwedî xeyal û wan pêş bêxin.”

‘Huner rehetiyekî dide rihê mirov

Sîdar Ibrahîm da zanîn ku wê rehetiyek di hunerê de dît loma ji piçûkanî ve eşqa wê jê re hebû û wiha got: ” Huner dibû amûrek ji min re da ku ez rihê xwe arambikim, mûzîk jiyana herî xweşe ya ku mirov têre derbas dibe. Xwesteka min hebû ku ez li akadimiyê xwe fêrî sazê jî bikim, lê derfet nebû. Ji ber ku xwesteka min hebû min karî ez xwe bixwe fêr bikim. piştî vekirina me ji navendê re min xwest ku alavek bi min re hebe dema ez bistirênim ez lêbixim. Niha ez li Ekolêlê dixim ew gelekî bi min re dibe alîkar dema ku ez stranan dibêjim. Astengiyên ku derdikevin pêşiya hemû hunermendên Rojavayê Kurdistanê ew e ku derfetên mamosteya li vir nînin. Ev 15 sal in ku ez vî karî dikim lê hîn jî derfet ji bo min gelek kêmin û hewcedarim ku hîn zêdetir waneyan bibim da ku ez bêtir xwe pêş bêxim. Derfetên heyî jî bêtir aliyê madî digrin dest, hêviyên mirov qutdikin, yanî qedirê hunerê li vir gelek kême.”

Armanca me pêşxistina rihê hunerê ye

Sîdar Ibrahîm di berdewamiya axaftinên xwe de anî ser ziman û wiha got: “Min, hevjîn û hevalekî me ji serê kaniyê ye ev nêzî 2 sala ye me girûpa yekpar vekiriye, me gelek astengî dîtin heya ku ev girûp hat avakirin. Lê piştî hemû zehmetiyan dema em keda xwe dibînin em gelek kêfxweş dibin. Her sal em derdikevin konsêrta li dardixin. Herwiha kesên ku tên vir derfetên wan nînin di aliyê hunerê de ku bikaribin tevlî koman bibin yan bi hunermendan re derkevin. Em li vir kom dibin him xwe li pêş dixin him jî hunera xwe derdixin. Di navendê de em bêtir guh didin hest û xwesteka zarokan, loma em gelekî xwe bi aliyê madî ve girê nadin, armanca me ew pêşxistina rihê hunerê ye, em pirova çêdikin ji bo fastîvala Yekpar û hemû hewildanên me hene ku em bikaribin rihê hunerê di civakê de vejîn bibikn.”

Hunermenda jin Sîdar Ibrahîm dawî li axaftinên xwe anî û wiha got: “Hêviya min ew e ku di demên pêş de ez wek jinek kurd li herderî bigerim û dengbêjiya xwe li herderî belav bikim, ev yek mîna xewn û xeyalekiye ji min re. Daxwaza min ji hemû ciwan, jin û zarokan re ew e ku yekpar ji bo xewin û xeyalên hunerî ji wan re vekirî ye, em ê destekê bidin wan da ku bikaribin hunera xwe li pêş bixin.”

Post Views: 155
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.