Dilovan Kêfo/Amûdê
Nivîskar û lêkolînerê zimanê kurdî Arşek Baravî diyar kir ku şoreşa pêşxistina zimanê kurdî dewam dike û piştî demeke dirêj ji zehmetî û çewisandinê, zimanê kurdî di qonxeke pir girîng de derbas dibe û gavên girîng tên avêtin.
Dema ku mirov dîroka gelekî binirxîne pêwîste dîroka zimanê vî gelî jî binirxîne. Ji ber ku dîroka gel û zimanê gel yek in. Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir, li kêleka wê jî şoreşa zimanê kurdî li Rojava dest pê kir û di dema niha de ew bûye zimanê perwerdeyê li dibistan, peymangeh û zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyû û bi awayekî berbiçav pêşketiye.
Derbarê girîngiya zimanê kurdî ji bo gelê kurd û asta pêşketina ziman li Rojavayê Kurdistanê Nivîskar û lêkolînerê zimanê kurdî Arşek Baravî ji Rojnamey me re axivî.
Arşek Baravî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re yekem gav di aliyê pêşxistina zimanê kurdî de me avêt, çêkirina pirtûkan bi zimanê kurdî bû. Bi saya berxwedana YPG û YPJ’ê şoreşa ziman jî hat parastin. Destpêkêî kesê di xebatên pêşxistina zimanê kurdî de cihê xwe girtin, kesên zimanzan yên mîna Samîtan, Bahoz Baran û Celalê Nîzamî û hwd.”
‘Xwendina zarokan bi zimanê kurdî xwena me ya sedê salan bû’
Baravî di dewama axaftina xwe de behsa pêvajoya pêşketina zimanê kurdî kir û wiha got: “Di 11 Mijdara sala 2011’an de navande zimanê kûrdî li bajarê Amûdê hate vekirin û hejmarên pir mezin tevlî wê bûn, di wê demê de em gelekî kêf xweş bûn bi hatina wan û me wan amedekirin ji bû ku bibin mamosteyên zimanê kûrdî . Piştî wê ew mamoste derbasî dibistanan bûn û zarokan fêrî ziman û wêjeyan wan dikirin, bi vî aweyî pêvajoya pêketina zimanê kurdê dest pê kir.Piştî wê peymangeh û zanîngehê me jî hatin avakirin û salane bi sedan xwendekar ji wan derdiçin. Ev yek jî xwena me ya dehê salan bû. Neyara û dijminê gel kurd çiqas xwestin zimanê me qir bikin lê bi serneketin. Zarokên me pêşeroja me ne û zêdebûna pirtûkên kurdî jî deolemendiya zimanê me ye.
’Parastina ziman erkeke welatparêzî ye’
Nivîskar û lêkolînerê zimanê kurdî Arşek Baravî da zanîn ku hebûna zimanê kurdî hebûna gwelê kurd e û wiha qedand: “Divê em xwedî li şoreşa zimanê kurdî derkevin, em nehêlin ku siyaseta dagirkeran bandorê li me bike, Pêwîste em ji zimanê xwe hezbikin û biparêzin. Ji bo ku nifşên piştî me bên spasiya me bikin ku me hebûna wan bi parastina zimanê wan yê dayikê parast. Hebûna zimanê me hebûna me ye û parastina wê jî erkekî welatoparêzî ye. Pêwêste ev gavên pêroz ku di şoreşê de hatine avêtin bê parastin û bidomin.”






