Birûc Resûl/Qamişlo
Hevserokê Desteya Rêveber ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Xwedêda Ilyas diyar kir ku di nava salekê de 100 hezar Êzdî vegiriyan Şengalê û wiha got: “Civaka Êzdî siyaseta koçberiyê ya ku PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker didin meşandin, vala derdixe.”
Di 3’ê Tebaxa 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrişî herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê kirin. Piştî êrişê pêşmergeyên PDK`ê çeperên xwe berdan û rê li pêşiya DAIŞ`ê vekirin ku derbasî Şengalê bibin û dagir bikin. Di encamê de komkujî pêk hat û bi hezaran Êzîdî hatin kuştin û nêzî 5 hezar jin û zarok hatin revandin, di heman demê de welatiyên ku bi maşîneyan û yên ku bi meşê jî derketin berê xwe dane çiyayên Şengalê. Piştî rizgarkirina Şengalê ji aliyê YPŞ û YJŞ’ê ve, roj bi roj gelê Şengalê vedgere ser axa xwe. Li gorî agahiyan ku Rojnemeya me girtî 100 hezar kes vegiriyane Şengalê û li ser axa xwe.
Di vê çarçoveyê de Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê Xwedêda Ilyas ji Rojnemeya me re axivî.
‘Heya niha mîna Jinosayît nehatiye qebûlkirin û wekî komkujî nahesbînin’
Xwedêda Iliyas di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Pêwîst e ku gelê me bîrewer û xwedî zaniyarî be. Em wekî Rêvberiya Xweser dema ku em dibînin rêjeyek ji gelê me vedigere herêmê kêfxweş dibin, bi dilekî gerim wan pêşwazî dikin, ji ber ku ev gel gelê me ye û em neçarin ku xwedî li wan derkevin, her wiha em bibin mal û star ji koçberên xwe re. Di heman wextî de rêjeyek ji gelê me yên Êzidî koçî welatê derve bûn û heya niha dewama jiyana xwe li welatên xerîbiyê dikin. Niha alîkariya ku Netewên Yekbûyî ji bo gelê me yê Şengalê re dike, ji nîvî zêdetir rayedarên Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Dewleta Îraqê jî di vê derbarê de gelek kêmaniyên wê hene, heya niha komkujiya Şengalê mîna Jinosayîta qebûl nekirye û wekî komkujî nahesbîne, ji bo vê yekê pêwîst e hisab ji berpirsê sereke yê fermanê were xwestin. Îro jî dixwazin careke din fermana 2014`an li ser serê gelê me yê ÊzIdî dubare bikin.”
‘Rêveberiya Xweser bawerî di nava civakê da avakiriye’
Xwedêda diyar kir ku civaka Êzîdî gelek êş û azar dîtiye, rastî gelek fermanan hatiye û wiha domand:”Rêveberiya me ya xweser di asteke mezin de xebatên xwe yên vegerandina penaberên Şengalê dide meşandin, di heman demê de şaredariya me bi karê xwe yê rojane ve radibe û karê xwe dide meşandin. Her wiha 13 şaredariyên me hene û hemû şaredarî jî ji bona dabînkirina pêdiviyên gel di nava kar û xebatê de ne. Ji xwe şaredarî erkê wê yê sereke bikaribe di civakê de hin guhertinan bide avakiri, ji ber ku civaka me ya Êzîdî gelek êş û azar dîtiye û rastî gelek fermanan hatiye, ji lewra hindek baweriya xwe hatiye şikandin. Angu karê ku Rêvberiya Xweser dide meşandin di asta serkeftinê de ye û civaka me ya êzîdî bi rêvberiya xwe ve girêdayî ye. Ji ber ku Rêveberiya Xweser bawerî di nava civakê da avakiriye û di nava dilê civakê de xwe bi cih kirin.”
Di sala 2024`an de nêzî 100 hezar Êzîdiyên şengalê vegeriyana axa xwe
Iliyas di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek kesên ku koçberî deverên cuda bûne, vedigerin. Her wiha rêveberiya Xweser ji bona vegera welatiyên Şengalê di nava kar û xebatê de ye. Ji xwe Rêveberiya Başûr bi salan e civaka me ya Êzîdî dixapand. Lê bi avabûna Rêveberiya Xweser hemû rastiyên civakê da avakirin û hat xuyakirin, di heman demê de roleke gelek girîng dane ser milê xwe û xwedî soza xwe derketin. Em jî li ser fikra Neteweya Demokratîk a ku Rêber Apo daye avakirin dimeşin, ji ber vê yekê gelê me xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo dide girêdan. Di sala 2014`an de dema ku fermana 74`an rûda nêzî 400 hezar însan koçber bûn û berê xwe dane Kurdistanê û derveyî kurdistanê. Di heman demê de 6 hezar û 400 kes çarenûsa wan ne diyar bû yê ku vegeriyan jî 3 hezar û 562 kes bûn. Di destpêka fermanê de nêzî 15 hezar kes bûn. 280 mirov di çiyayê şengalê de jî ji birça jiyana xwe ji dest dan, 890 kes jî bi birînên giran re rû bi rû man. Her weha di sala 2024`an de nêzî 100 hezar mirov careke din vegeriya şengalê û li ser axa xwe. Heya roja îro 80 hezar insanê me di kampan de jiyana xwe bi rêve dibin.”
‘Pêwîst e ku di aliyê fikir de xwe kûr bike û rêvberiya welatê xwe bike’
Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê Xwedêda Ilyas di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bêgûman saziya UN jî piştrast dike ku 6 hezar û 700 mirov ji aliyê saziya xwe daye vegerandin. Di heman demê de jî ji aliya dewleta Îraqê ve jî gelek kes hatin vegerand, civaka me dibîne û xwedî zanebûne ku her dem dixwaze vegere li ser axa xwe û bi rûmet jiyan bike. Di heman demê de di roja me ya niha de jî siyaseteke gelek zirav li ser gelê me yê Êzîdî tê meşandin, gelek cih hene ku dixwazin civaka me koçî deverên cem xwe bikin û wan bê stato bikin, gelê me yê Êzîdî siyaseta koçberiyê yê ku PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker didin avakirin, vala derdixe. Civaka me jî pêwîst e ku di aliyê fikir de xwe kûr bike û rêvberiya welatê xwe bike.”