Cîger Dilşad
Dewleta Tirk ya dagirker û rêveberîya wê ya faşist her ku di şerê li dijî gerîlayên Modernîteya Demokratîk de derbeyên mirinê dixwe, berê xwe dide Rojava û gelên li Rojava dijîn bi zarok û kal-pîr û hemû pêkhatîyan dide ber bombeyan, sûcên şer dike. Bêguman ji ber ku dewletên cîhanê tev wekî hev in û di tova hevîrê wan de komplo, derew û dizî heye û bi destê mêrê bêbext hatîye strandin, qirkirinên ku dewleta Tirk ya dagirker li tevahî Kurdistan’ê û bi taybetî jî yên ku li Rojava pêk tîne naxwazin bibînin. Ji lewra jî ji gelên xwe jî vedişêrin.
Belê, par gava di 1’ê Cotmehê de lehengên Kurd Rojhat û Erdal’an çalakîya canbexşane li Enqerê kirin, dewleta dagirker êrîşî Rojava kir. Îsal jî piştî çalakîya lehengî ya Rojger û Asya’yan di 23’ cotmeha îsal de li dijî Tusaş’ê hate kirin, dewleta Tirk ya dagirker ji berê hovanetir êrîşî Rojava kir. Qaşo bi wan êrîşên hovane wê me wekî gelên herêmê bitirsîne. Me bi dayîna bi dehhezaran şehîd ew tirs şikand û îro em bi gîyana şehîdên xwe re dijîn.
Bê guman hin armancên dewleta Tirk ya dagirker hene. Armanca stratejîk tunekirina Tevgera Azadîyê ye. Şefê faşist baş dizane ku, bi tunekirina Tevgera Azadîyê re wê bi temamî Kurd ji ser rûyê erdê rabin. Ji boyî bigihîne vê armancê jî divê destkeftîyên Kurdan yên di xeta azadîyê de hatine bidestxistin ji holê werin rakirin. Ji boyî vê jî divê Kurdên Rojava û pêkhateyên wê li dijî Tevgera Azadîyê rabin ser pîyan. Bi van êrîşên xwe yên hovane ji me Kurdên Rojava û pêkhateyên wê re dixwaze bêje ku; “ji ber ku hûn piştgirîyê didin PKK’ê, em êrîşî we dikin. Gava hûn li dijî PKK’ê derketin, em ê êrîşên xwe bidin seknandin û em çawa têkilîyan bi Mala BERZANÎ re pêş dixin, em ê bi we re jî pêş bixin”. Ev, lîstikeke şerê Taybet ya dewleta Dagirker e û divê em wek Kurdên Rojava û pêkhateyên wê di vê mijarê de pir baldar bin. DYA, Tirkîyê, mala BERZANÎ û ENKS bi hev re dixwazin xeta azadîyê li Rojava tune bikin. Heger îro em bi vîna xwe herêma xwe bi rêve dibin û gihane statuyekê, ev, bi xêra têkoşîna Tevgera Azadîyê çêbûye û xwîna şehîdan hatîye bidestxistin. Divê em wekî gelê Rojava ji bîr nekin ku ji çar parçeyên Kurdistan’ê keç û xort hatin û xwîna xwe rijandin li Rojava. Ne tenê zarokên Kurdan, ji çar alîyên cîhanê enternasyonalîstên ku bi xeta Rêber APO bawer kirine xwîna xwe rijandin. Şehîdan, bi xeta Rêber APO bawer kirin û canê xwe dan. Heger em werin lîstika Tirkan, ew tê wê wateyê ku, em îxanetê li şehîdên xwe dikin. Divê şefê faşist bizanibe ku, nîyeteke me ku em îxanetê li şehîdên xwe bikin tune ye! Em wekî gelên herêmê di wê zanebûnê de ne. Dewleta Tirk jî wê yekê dizane. Lê dibeje; “dibe ku hinek kesên lewaz derkevin, yên ku agahîya wan ji rastîyên dîrok û sîyaseta min tuneye, an jî kesên ku tenê bi jîyana xwe û malbata xwe difikirin bi me bawer bikin û li gorî me tevbigerin”. Lîstika dewletê tev li ser kesên wiha ye. Ji xwe sîxorên ku îro dibin sedema şehîdkirina hevalan ji wan kesên ketîne, rihê wan mirîye. Divê em tev ji boyî ax û statuya herêma xwe û xeta Rêber APO xwe bigihînin kesayeta şehîd Rojger HÊLÎN û Asya ELÎ ku xwe di mêjîyê Enqerê de teqandin.
Em wekî gelên herêmê vê jî dizanin; heger îro dewleta Tirk ya dagirker hin têkilîyan bi mala BERZANÎ re pêş dixe, ev, ji ber ku pêdivîya dewleta Tirk ya dagirker bi wan xayînan heye û gava karê wan qedîya, çawa dewleta Tirk ya dagirker xayînên berê avêtin ser sergo, wê Mala BERZANÎ jî bavêjin ser sergo.
Belê, bi tenê divê em rê nedin ku, dewleta dagirker destê xwe biavêjie nava me û bi lîstikên xwe yên qirêj me perçe bike.
Dibe ku em îro hinekî birçî, tih bimîn in. Dibe ku em bê kehrebe, bê mazot bimîn in, di zivistanê de zehmetîyên sermaya bikişîn in. Lê tu tişek wekî silavên ku me ji Rêberê xwe Rêber APO girtî me, hebûna me û siberoja me germ nake. Silava ku ji Rêber APO hatî di encama berxwedana gelan de hatî. Ji boyî Rêbertî bi xwe jî were nava me, divê em asta berxwedana xwe bilind bikin û pêngava “JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESRΔ bigihîn in serkeftinê. Wekî din tu misogerîyek ji statuya Rojava re tune ye. Ewlehî û misogerîya serkeftina şoreşa me ya Rojava em wekî gelên herêmê û mirovahîya ku bi xeta Rêber APO bawer dike ye, ne tu hêzeke din e.