Tuesday, June 3, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mala Jin xwedî li jin û civakê derdikeve’

24/11/2024
in JIN
A A
Mala Jin xwedî li jin û civakê derdikeve’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Qamişlo

Rêvebera Mal Jin Behiya Mûrad da zanîn ku piraniya pirsgirêkên ku tên mala Jin, pirsgirêkên civakî yên girêdayî tundiyê û pirsgirêkên di navbera jin û mêr de ne û got, “Em weke Mala Jin hewl didin ku hemû pirsgirêkên civakî çareser bikin û xwedî li jin û civaka xwe derkevin.”

Bi destpêkirina  şoreşa Rojava, bi armanca rizgariya jinê ji bendên koletiyê Mala Jin hat vekirin. Herwiha ev sazî giringî da mefê jinê û hewl da ku mafê wê ji kevneşopiyên civakê yên paşverû û hişmendiya nijadperest, biparêze. Mala Jin di 20’ê Adara 2011’an de xwe yekem car li bajarê Qamişloyê bi rêxistin kir û şaxên xwe li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kir.

Di derbarê xebatên Mala Jin de, rêvebera Mala Jin a bajarê Qamişlo Behiya Mûrad ji rojnameya me re axivî.

‘Mal Jin xwedî li jin û civakê derdikeve’

Behiya Mûrad da zanîn ku pirsgirkên civakî piraniya wan yê jin û mêrin û wiha got: “Pirsgirkên ku îro em dibînin bi giştî pisgirêkên malbatî ne, yên wekî; zewaca temen biçûk, jinên ên ku ji ber işkence û tundiyê ji mal direvin. Herwiha hin caran ji aliyê kesên ne diyar ve li ser mediyayê civakî gef li jinan tê xwarin. Em ji aliyê xwe ve van jinan dikin cihê parastinê heta ku em pisgirêka wan çareser bikin. Çareskirina van pirsgirêkan mala jinê ji her alî ve dibe bersiv û pirsgirêkan çareser dike, kesên ku pirsgirkên wan di mala jin de çareser nebin em wan rêdikin dadgehan. Me komîte ava kirine, komîteyên me jî ji Mala Jin, Rêxistina Sara û Kongra Stare pêk tê. Em li gorî derfetê xwe û heta ku ji destê me tê, em van pirsgirêkan çareser dikin.”

‘Armanca Mala jin avakirina civak û malbateke dîmokrat e’

Behiya Mûrad da xuyakirin ku deriyê Mala Jin ji tevahiya civakê re vekirîye û wiha pê de çû: “Hin jin hene tên gazinên xwe dikin û hin jî ji tên ji bo ku karekî ji xwe re peyda bikin. Civak û jin, Mala Jinê ji xwe re riya çareseriyê dibînin. Herwiha armanca Mala Jinê civak, malbatek wekhevî û dîmokratî e, dema ku em lihevkirin di navbera jin û mêr de çêdikin.”

 ‘Di cîhanê giştî de pirsgirêkên civakî tên jiyankirin’

Rêvebera Mala Jin Behiya Mûrad di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Piraniya pirsgirên zewacê ew ku bi temen biçûk dizewicin, ji her du aliyan çi jin û çi mêr be pirsgirêk û alûzî dedikevin. Di cîhanê giştî de pirsgirêkên civakî tên jiyankirin. Herwiha di vê mihê de me ji bo roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê semînerek li dadgehê hat dayîn û zedeyî 100 jin û mêr tê de hazir bûn. Bi rêya van semîneran em dixwazin ku gel hişyar bikin, ji ber ku jin ji aliyê mêr ve tê bindestkirin. Di heman demê de, di plannameya me ya dema pêş de heye ku em di dibistanan de jî panêl û semîneran ku girîdayî hişyarkirinê ne bidin xwendekaran.”

Post Views: 172
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.