Friday, June 6, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Îsam bi kamîre û pênûsa xwe bû şopdarê rastiyê

20/11/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
Şehîd Îsam bi kamîre û pênûsa xwe bû şopdarê rastiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Qamişlo

Şehîd Îsam Ebdulah şeva 20’ê Mijdara 2022`an de, hemû metirsî li ber çavan girt û ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker di bin bombebaraneke dijwar a hewayî de ber bi gundê Teqil Beqil yê girêdayî navçeya Dêrikê ve bi rê ket û di dema belgekirina komkujiya Dêrikê de şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker 20’ê Mijdara 2022`yan de gundê Teqil Beqil ê girêdayî Dêrikê bombebaran kir. Dema ku welatî ber bi cihê bombebaranê ve diçûn da ku birîndaran rizgar bikin, dewleta dagirker careke din welatî bombebaran kirin û komkujiyek pêk anî. Di encamê de nûçegihanê ajansa Hewarê (ANHA) Îsam Ebdulah jî di nav de 11 welatî şehîd bûn. Di derbarê duyemîn salvegera Şehîd Îsam Ebdulah de hevalê wî yên rojnamevan, Rênas Remo ji rojnameya me re axivî.

Jiyan û xebata wî ya şoreşgerî

Rênas Remo girêdayî jiyan û xebata şehîd Îsam wiha anî li ser ziman: “Şehîd Îsam ji malbateke welatparêz bû û di salên 80’ î de malbata Şehîd Îsam Tevgera Azadiya Kurd naskir. Şehîd Îsam ji zaroktiya xwe de partî naskirin, di wê demê de şehîd Îsam li ser wî fikirê Tevgera Azadiya Kurdistanê mezin bû.Herwiha di destpêka şoreşa Rojava de şehîd Îsam weke ciwanekî kurd di nava vê şoreşê de cihê xwe girt, di destpêkê de li bajarê Rimêlanê bikarê konfidrasyona xwendekarên kurd rabû, piştire şehîd Îsam di sala 2013’an de cihê xwe di Rojnameya Ronahî de girt. Şehîd Îsam di aliyê karê xwe de kesekî welatparêz bû, ji karê xwe gelekî hezdikir û ew karê ku dikir weke erk li ser milê xwe didît. Herwiha Şehîd Îsam bi şev û roj karê xwe dewam dikir, di heman demê de bi mihan li dergeha sêmalka, dema ku êrîş li herêmê çêbibûn û kar û xebatên civakî yê bajarê Dêrikê dişopanid.”

Hevaltiya Şehîd Îsam Ebdulah

Rênas di derbarê hevaltiya xwe ya bi şehîd Îsam re wiha got: “Di sala 2015`an de li bajarê Rimêlanê ku di qada Ragihandinê de naskirina min bi şehîd Îsam re çêbû, di wê demê de hevaltiya me destpêkir. Piştire Şehîd Îsam di sala 2018’ an de tevlî karê Ajansa Hewarê (ANHA) bû, herwiha dema şehîd Îsam tevlî karê ajansê bû hevaltiya me xurtirbû, ji ber ku ez nûçegihanê ajansa Hawarê ya bajarê Tirbespiyê bûm û şehîd Îsam nûçegihanê ajansê yê bajarê Dêrikê bû. Ji ber vê yekê têkiliyên me bihevre bi hêztir bû, di heman demê de hevaltiyek rast û dirust bû, heta roja îro jî min hevaltiya şehîd Îsam ji xwe re kiriye roniya jiyana xwe.”

 Şehîd Îsam bû pêşengê qada Ragihandinê

Rênas di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema ku Şehîd Îsam dest bi karê rojnamevaniyê kir, ew kar ji bo wî qadeke nû bû, ji bo ku di karê xwe de serkeftî bibe hin rêgez pêwîstbûn, mîna dilsozî, xwestek, vîn û ked, ev jî taybetmendiyên şehîd Îsam bi xwe bû. Lewma di demeke kurt de fêrî kar bû, herwiha bû sozdarê pêşengên qada rojnamevaniya azad. Her dem ew li cihê pêwîst bû û rastî radigihand. Bi heval û derdora xwe re jî dilsoz bû, ji wan fêr dibû û ew fêr dikirin.”

Post Views: 82
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.