Navenda Nûçeyan/Qamişlo
20’ê Mijdarê wekî Roja Mafên Zarokan a Cîhanî tê pîrozkirin, lê pêwîste parastina zarokan di rojekê de sînordar nemîn e, her roj bibe roja zarokan, ji ber heya niha li cîhanê zarok ji maf û parastina xwe ya jiyanî bêpar e.
Di sala 1917’an de maf û neheqiyên ku li zarokan tên kirin, bû rojevek sereke di nava civakê de. Ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin gelek kes bertek û nêrînên xwe bi riya medyaya civakî parve kirin û daxwaz kirin ku rojek wekî roja mafên zarokan were destnîşankirin. Li ser daxwaz û pêşniyariyên civakê, di sala 1925’an de li Cenevreyê konferansa di bin navê xweşguzarî ya zarokan de hat lidar xistin. Di vê konferansê de pêşniyar hate kirin ku 20’ê Mijdarê wekî Roja Mafê Zarokan A Cîhanî were diyarkirin. Piştî 64 salan şûnde, di sala 1989’an de pêşniyariya mafê zarokan ji milê Neteweyên Yekbûyî ve, bi awayek fermî hate pejirandin. Di heman demê de roja “Mafê Zarokan” ji aliyê 193 dewlet-neteweyan ve hate pejirandin. Emerîka û Somalî tevlî vê hevpeymanê nabin. Lê di sala 1990’î de Emerîka û di sala 2015’an de Somalî jî, vê hevpeymanê mohr dikin. Bi vê şêweyê hevpeymana mafên zarokan ji aliyê 195 dewlet-neteweyan ve tê mohrkirin.
Her zarok xwedî heman maf e
Di hevpeymanê de 54 xalên sereke ji bo mafên zarokan hatine destnîşankirin. Hinek ji wan xalan mirov dikare wiha rêz bike: Temenê zaroktiyê ji 0/heya 18 saliyê ye. Kesên di bin temenê 18 de doz li wan nayê vekirin û nabe ku bikevin girtîgehan. Bi tu şêweyî niheqî û xirabî nabe ku li zarokan were kirin. Kesên di bin temenê 18 de nabe ku beşdarî şeran bibin û neheqiyên cûda li wan werin kirin. Herwiha nabe cûdahiya ol, ziman, çand, zayend, nijad û hwd… din li zarokan bê kirin. Bêyî ku cûdahî bikeve navbera zarokan, her zarok xwedî heman maf û civake. Ji van 195 dewletên ku hevpeyman mohir kirine, di ber parastina mafên zarokan de berpirsyar in. Hemû dewletên ku hevpeyman mohr kirine li gorî 54 xalên hevpeymanê di zagonsaziya xwe de gurherîn dane çêkirin. Ji bo şopandin û pêkanîna vê hevpeymanê komîteyek çavdêriyê ji aliyê NY’ê ve hate avakirin û erka vê komîteyê ew e ku her 5 salan carekê rewşa zarokên li 195 dewletan dijîn, di ber çavan re derbas bike û derbarê van dewletan de rapora çavdêriyê amede dike û dide Neteweyên Yekbûyî.
Di asta cîhanî de “Rojên cîhanî yên zarokan”
Di asta cîhanî de çend rojên cûda yên ji bo zarokan hatine diyar kirin. Yek jê jî 1’ê Hezîranê ye ku li gelek welatên cîhanê wek roja zarokan tê pejirandin û li Herêma Kurdistanê jî gelek rêxistin û saziyên taybet ên zarokan hene ku ji bo bidestanîna mafên zarokan kar dikin. Di heman demê de, di sala 1925’ê de, di konferansekî cîhanî ya ji bo parastina mafên zarokan de roja 1’ê Hezîranê wek Roja Cîhanî Ya Zarokan hate destnîşan kirin û bi fermî jî di sala 1950’î ve li gelek welatên cîhanê 1’ê Hezîranê bû roja cîhanî ya zarokan. Derveyî wê jî li çend welatan di meha Adar, Nîsan û Gulanê de ew roj wek roja cîhanî ya zarokan tê qebûl kirin. Derveyî wê Rêxistina Netewên Yekbûyî sala 1954’an de 30’ê Nîsanê ji bo teşwîqkirina welatan a têgeheştina zêdetir a derbarê zarokan û xweş jiyan, wek rojekî taybet diyar kirin. Herwiha federasyona Demokratîk a Navnetewî ya Jinên Yekitiya Sovyetê jî roja 20’ê Mijdarê wek roja cejna zarokan diyar kiribû.
Zarok ji êrişan re dibin qurbanî
Dewletên ku hevpeymana mafên zarokan mohr kiribûn û qaşo xwedî li mafên zarokan derdikevin gelek caran neheqî li zarokan tê kirin. Li gorî lêkolîn û zaniyariyên ku hene gelek dewlet mafên zarokan binpê dikin. Her çendî hevpeymana mafên zarokan ji milê gelek dewletan ve hatibe pejirandin jî, lê belê bi tu awayî mafên zarokan nîn e û hebûna zarokan nayê parastin. Li Rojhilata Navîn ji ber sedemên şeran her roj bi dehan zarok tên kuştin an jî parçeyek ji bedena wan diçe. Ev bûyer û geşedan hemû li ber çavên Neteweyên Yekbûyî çêdibin. Lê hêzên navdewletî li dijî van neheqiyên ku li zarokan tê kirin, bertek nadin nîşandan. Ji sala 2013’dan û şûnde şer û pevçûn li axa Sûriyê gur bûn û kesên herî zêde para xwe ya neyînî ji van şeran girtin, zarok bûn. Bi sedema van kirîzan jî koçberî pêk hat, di koçberiyê de jî, gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan an jî bê dê û bav man. Di heman demê de di her koçberiyê de zarok ji serma, germa, bêvaî û xwarinê jiyana xwe ji dest didin. Ji bilî van binpêkirinan gelek zarok li welatên cûdan ku temenên wan di navbera 0-6 salî de yên bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin.
Zarok di nava qirkirinên polîtîkeyên cûda de dijîn
Li cîhanê hîna bi milyonan zarok ji îmkanê perwerdebûnê bêpar in, di mercên karê giran de tên eciqandin, di nav malbatê de ziyan li wan kirin. Hîn bi zaroktî ji nexweşîyên cûrbecûr û yan jî di şeran de dimrin an tên kuştin. Ji ber şer mafê jiyanê yê zarokan ji dest tê girtin. Li Bakurê Kurdistanê jî bi hezaran zarok di temenê xwe yê piçûk de di nav kar û xebatê de ne. Ji dewletên ku hevpeyman mohir kirine yek ji wan jî dewleta Tirkiyeyê ye. Her çendî di sala 1990’î de hevpeyman ji milê dewleta Tirk ve hatibe mohrkirin jî, lê belê nehatiye pejirandin. Di sala 1995’an de hevpeyman ji milê dewleta Tirk ve tê pejirandin. Lê kiriyarên ku niha ji milê dewleta Tirk ve li Bakurê Kurdistan û Bakur Rojhilatê Sûriyê û Rojava tên meşandin kiryarên derveyî mirovahiyê ne. Pirsgirêka herî mezin ew e ku polîtîkayeke berfireh û bi bandor a mafê zarokan tune ye.
Zarok ji hêviyên xwe yên jiyanî bêparin
Zarok berhema mirov, ya berhimandin û berdewamiya malbat û civakê ye. Pêwîstîya anîna zarokan li gorî lênerîn, daxwaz û pêwîstîya malbatê û civakê tê guhertin. Rewş û mercên zarok tê de mezin dibin yên aborî, malbatî û civakî, li ser psîkolojîya zarok bandorek mezin dike. Piranî zarok di rewşek xerab û bi pirsgirêkan mezin dibin. Heta di gelek civakan de ji bo ku nikarin zarokên xwe xwedî bikin, hîn bi zaroktî wan di karên giran û ji qeweta wan zêdetir dixebitînin, ev yek jî dihêle ku zarok ji hêviyên xwe yên jiyanî bêpar bimînin.
Zarok siberoja welat û hêviya gelan e
Pêwîste parastina zarokan di rojekê de sînordar nemîn e, her roj bibe roja zarokan û berpirsyarên mafê zarokan bi erkên xwe rabin û li dijî kiryar û tundiya li ser zarokan dengê heqiyê derxînin. Herwiha ji bo zarokan pêwîste cîhaneke biewle û hêvî were avakirin, ji ber cîhan ku rojane zarok lê tê kuştin ew ne cîhane, an destê ku destdirêjiyê li ser zarokan dike ne destê mirove, lawirê hov ji zarokên xwere dibe parastin û hêvî, lê çima mirovê ku wijdanê wî heye, ji zarokan re nabe hêvî. Zarokan biparêzin, ji ber zarok siberoja welat û hêviya gelan e.






