Lîloz Hisên/ Qamişlo
Di çarîoveya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê, komxebatek bi drûşmeya “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe pibarêze” li hola Nêrgiz ya bajarê Qamişlo lidar xist. Di komxebatê de tundiya li dijî jinê û rêyên çareseriyê hatin nîqaşkirin.
Bi armanca danasîna têgeha Tundiyê, awayên wê û riyên çareseriyê ji bo rawestandina tundiya li dijî jinê pêk tê, Mecisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li dar xsit, tê de rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sivîl, endamên partiyê li Til Hemîs, Til Koçer û Tirbespiyê beşdar bûn. Komxebat ji hêla cîgera berdevka Meclisa Jin a giştî a Partiya Sûriya Pêşerojê Zozan Şemo, berdevka meclisa jin a meclisa Qamişlo Welîda Hesen û hevseroka meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Welîda Ismaîl hate birêvebirin.
Komxebat bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan hat destpêkirin. Piştre berdevka Meclisa Jin Welîda Hesen bi xêrhatina mêvana kir û wiha got: “Tundî ew şêwazeke ku li dijî jinê pêk tê, ev yek bandoreke fîzîkî û pîskolojîk li ser jinê dike, tundî binpêkirineke zelale jinê ji mafê wê dûr dixe, bandorên neyinî li ser malbat û civakê dike.”
Welîda Hesen bûyera Xuşkên Mîrebal bibîr anî ku çawa bû sembola berxwedaniya jin û civakê .
Piştî bidawîbûna mijara danasîna tundiyê, mudaxele ji hêla beşdaran ve hate kirin, di mudaxeleyan de hate tekezkirin ku tevî hemû qanûnên ku derketine hîn jî binpêkirin berdewamin. Herwiha îşare hate kirin ku bi guhertina zihniyetê wê jin bighêjin armancên xwe.
Cîgera berdevka Meclisa Jin a giştî a Partiya Sûriya Pêşerojê Zozan Şemo bal kişand ser tundiya siyasî ku bi taybet jinên siyasetmedar hedef digrin, mîna şehîd Hevrîn Xelef ku bi awayekî hovane tundî li ser pêk hat û gihaşt asta şehadetê, herwiha behsa şerê taybet kir ku li ser civak û jinê pêk tê, weke bazirganiya madeyên hişbir û hwd..
Di dawiya kmomxebatê de pirs derbarê mijara tundiyê hate kirin, weke girûpan bersiv hate dayîn. Pirs wiha bûn:
1-Çawaniya gihaştina azadiya jinê?
2-Çawa wê wekhevî di navbera jin û mêr de pêk bê?
3-Bandora tundiyê li ser jin û civakê?
4-Çareseriyên ji bo rawestandina tundiya li ser jinê çi ne?
5-Çawa xwe li dijî tundiyê biparêzim?
6-Xweparastina xweserî û Cewherî?
Di bersivên beşdaran de hate destnîşankirin ku divê semînerên berfireh ji bo hişyarkirina jinê bê dayîn, herwiha xurtkirina çanda hişyarkirinê di navbera her du zayendan pêk were. Herwiha mafê wekheviyê di xwendinê de bibe bingeh. Di bersivan de hate tekezkirin ku bi îradeyeke xurt û pêkanîna ramanên Rêber Abdullah Ocalan jin kare xwe biparêze.