Sê sal berê tev komeke rojnamevan û berpirsiyarê saziya aştiyê li Başûr bûm. Paş Hewlêr, Mexmûr û Dihok me xwest herin Rojava. Lê rayedraên herêmê rê nedan. Tiştê ji me re dihat gotin “ew welatekî din e û ewlekariya we nîne!”
Me di nav hev de, bêçare biryar stend ku em di ciyê Rojava de, herin Şingale û li wira rewşê bibînin. Bi çendîn berpirsiyarên herêmê re axivîn û pirs kir. Hemûyan jî got “Şingal, Iraq e û pirsgirêka çûna we nine.” Em derketin rê û berê xwe da Şingalê. Di kontrola yekem ya asayişê de pêşmerge rê neda. Hêvî û daxwaza dost û xêrxwazên me yên Ewropî li wira hat şikestin. Pênc rojnamevan û berpirsiyarê saziya aştiyê, pey çend rojan vegeriyan Beljîka.
Ez li Dihok mam. Bi çi awayî be bila bibe, ez li rêyekê digeriyam ku herim Rojava û di Şingalê. Li gundekî Êzdiyan, li ba dostekî mêhvan bûm. Li wira Şemso, dostekî hêja jî, tesadûf mêhvanê heman cî bû. Em di nav xwe de axaftin û me biryar stend bi qaçaxî xwe bighînin Şingalê. Me şoforekî Ezdî ji Şingalê dît. Di heman demê de jî min rêberê hêja, qehremanê çiyayê Şingalê, Zekî Şingalî agahdar kir. “Em sibe sere sibehê li Şerfedînê ne. Paş Qasimê Şeşo bibînin ber bi we tên.” Bi vê biryarê pirr kêfxweş bû.
Ev yek jî pirr li zora min diçû. Li welatê xwe bi qaçaxî rêwaniyê bike.
Serê sibehê zû ez, Şemso û şofor ketin rê. Me Qasim Şeşo jî agahdar kiribû. Li Şerfedînê, rewşa civaka şikestî, ji her tiştî bêhêvî, di nav tirseke mezin de jiyan derbes dibû. Hêza leşkerî ya Qasim Şeşo parastina derdorê dikir. Paş mazûlvaniyeke qedirbilind em çûn sere çiyayê Şingalê. Li çiyayê pîroz, bi hezaran penaberên Ezdî hebûn. Bi derfetên kêm, di nav rewşa zor de jiyan ji nuh de ava dikirin. Û Şervanên YBŞ bi her awayî û bi hemû hêza xwe ji van penaberan re pêşengî dikirin. Dema em gihan serê çiyê, li ber konekî kevn de rêber û qehremanê hêja, Zekî Şingalî mîna her car dev bi ken ber bi me hat. Hevdîtineke pîroz bû. Paş sohbet û halpirsînê behsa rewşê kir. Bi çi awayî, bi çi berdêlan û bi çi zor û zehmetiyan vî çiyayê pîroz û civaka Êzdî diparêzin. “Bi hêmû hêza xwe, emê vê civaka êzdî, war û ola wan biparêzin. Ev herêm ji her alî ve hatiye paşxistin, civak şikestiye, zor û zilm ji her alî ve hebû û berdewam e. Çi li me bikeve êmê bikin. Lê hêviyên vê herêmê, vê civakê, ji qada navneteweyî jî hene ku di hember vê wahşetê de bedeng nemînin.”
Di dawiya mayina me li wira de got “were ez te bibim ciyekî û binêrim tu çi bêjî.” Em birin sere mitikekî, li wira çend xaniyên xerabe hebûn. “Ev Ziyareta Çilmêra ye. Te qet nebihîstiye? Min ji diya xwe dibihîst. Yek ji sunda wê bi ziyareta Çilmera bû”. Û li wira xortekî deh-yazdeh salî rahişte tembûrteke kevn û lê da. “Me çi kiriye ji vê dinyayê, ev zor û zilm li sere me peyda ye, bes e êdî êzdîno, xêr ji sertawandinê nîna ye.” Zekî Şingalî, bi wê dilnazikbûnê û devken destê xwe di ser sere kurik de bir. “Hemû malbata wî ji aliyê hovên Daişî hatine kuştin.”
Bi derengiya şevê re me xwe ji çiyê berda û berê xwe da Dihokê.
Derwêş M.FERHO






