Friday, June 6, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Weşanxaneya Aram berhemên xwe derbasî Rojava kirin

17/11/2024
in ÇAND Û HUNER, Uncategorized
A A
Weşanxaneya Aram berhemên xwe derbasî Rojava kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Qamişlo

Rêveberê Weşanxaneya Aram, Aram Elî diyar kir ku ji ber pirsgirêkên gumrikê û zextên dewleta Tirk weşanxaneya Aram tevlî pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a îsal nebû, ji ber vê yekê bi awayekî cuda peşengeheke pirtûkan li Qamişlo vekir.

Weşanxaneya Aram li bajarê Qamişlo pêşengehek ya pirtûkan vekir, zêdetirî 2000 pirtûk bi zimanê kurdî lê tên pêşandan, herwiha pirtûkên ku hatine pêşandan ji gelek mijarên cihêreng pêk tên. Di pêşengehê de 2 hezar û 700 pirtûk hatin pêşkêşkirin bi zimanê kurdî Tirkî ,di hman demê de 220 navnîşan hene mijarên pêşengehê derbarê dîrok, roman helbest, pirtûkên zarokan, kilasîkên cîhanê ku hatine wergerandin, Pêşangeha pirtûkan ji aliyê mamoste, şanoger, rewşenbîr, xwendevan û gelek kesan ve hate ziyaretkirin.

Di derbarê vekirina pêşengeha pirtûkan a weşanxaneya Aram li bajarê Qamişlo, rêveberê weşanxaneyê Aram Elî ji rojnameya me re axavî.

Tevî hemû astengiyan xebatên xwe didomîne

Aram Elî da zanîn ku weşanxaneya Aram tevlî zor û zehmetiyan weşangeriya kurdî nêzî Tevgera Azadiyê bi piranî bi rojname û kovran karê xwe didomîne û wiha got: “Weşanxaneya Aram di sala 1998 ’an de li Bakurê kurdistanê hate avakirin, ji wê rojê heta roja îro navendên weşanxaneyê tên hedefgirtin. Bi taybet ji aliyê dewleta Tirk ve tê hedefgirtin ji ber ku weşanxaneya Aram bi zimanê kurdî ye, hertim tê hedefgirtin. Di heman demê de weşanxaneya Aram di gelek welatên cîhanê de tevlî pêşengehan bû, weşanxane Aram di Pêşengeha Şehîd Herekol a 2024’an de tevlî ne bû, ji ber ku ji aliyê dewleta Tirk ve pirsgirêk derketin. Her heftî ji aliyên polîsên dewleta tirk ve tên armancgirtin, lê me bi riyeke cuda xwe gihandin Rojavayê Kurdistanê.”

Weşanxaneya Aram hêviyekê dide gel

Aram Elî anî ziman ku weşanxaneya Aram ji du beşan pêk tê, beşek bi zimanê kurdî ye û beşeke jî bi zimanê tirkî ye û wiha got: “Li Navenda Mihmed Şêxo ya Çand û Hunerê weşanxaneya Aram hate li darxistin, bi 2 hezar û 700 pirtûkan tevlî pêşengeha li navenda Mihmed Şêxo bûn. Di heman demê de endamên weşanxaneya Aram her tim tên guhertin ji ber zor û zehmetiyan. Ji ber vê yekê berê xwe didin derveyî welat,lê hîn jî weşanxane weke sîstem ji ber ku raste û hêviyekê dadigire ji hêla gel ve tê desteserkirin, ji ber vê yekê hîn kar û xebatên xwe berdewam dike. Weşanxaneya Aram yekem carbû ku di sala 2019 ’an de li Rojavayê Kurdistanê pirtûk li darxistin. Lê ji ber ku zextên li Bakur Kurdistanê didîtin nikarîbû pirtûkan bînin.”

Hezar pirtûk hatin çapkirin û belavkirin

Rêveberê weşanxaneya Aram, Aram Elî axaftina xwe wiha qedand: ” Di weşanxaneya Aram de zêdetirî hezar pirtûkî hatin çapkirin û belavkirin. Herwiha hemû nivîskarên kurd û demkrat ên ku xwestin ku di weşanxaneya me derkevin, li gorî licneyên nirxandinê weke fikir û ramanekê. Ji ber ku ev weşanxane heta wê heye heta wê jî heta dîmkrase, azadiya jinê û ekelojî ye. Kesên di vê xetê de em pirtûkên wan pêşewazî dikin, ji ber ku gelek xetên me yên weke siyasî,wêjeyê û ziman jî heye. Li gorî vî hizrî em pirtûkan çapdikin û bi di ziman di zimanê kurdî û Tirkî û weşanxaneya ku di cîhanê de pirtûkên wê hatine qedexekirin weşanxaneya Aram e. Herwiha zêdetirî 2hezar 70 pirtûkên wê hatine qedexekirin, hin diasta çapê de hatine rawestandin,û hineke piştî çapê hatine deserkirin. Zehmetiyan em di aliyê kêmasiya xwendekaran de,buhabûna nirxê wan ji ber ku ji derveyî herêmê tê nirxê wan buhaye ev jî dibe astengî, zehmetiyên herî mezin zextin dewleta Tirk, lê em ê karê xwe berdewam bikin.”

Post Views: 175
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.