Tuesday, June 3, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca Kongra Star guhertina hişmendiya baviksalarî ye’

17/11/2024
in JIN
A A
‘Armanca Kongra Star guhertina hişmendiya baviksalarî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Kordînasyona Kongra Star ya bajarê Helebê Fehîma Hemo di yar kir ku di çarçoveya Roja Cîhanî ya Têkoşêna Li dijî Tundiya Li ser Jinê, ji bo guhertina hişmendiya baviksalarî û  pêkanîna pergala Netewa Demokratîk, Kongra Star kampaniyek da destpêkirin.

Saziyên Navdewletî Roja 25`ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ragihandin. Her sal di vê rojê de li seranserî cîhanê çalakî tên li darxistin. Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî rêxistinên jinan çalakiyên cihreng lidar dixin.

Di çarçoveya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Kongra Star kampaniyek da destpêkirin, derbarê vê mijarê de Kordînasyona Kongra Star ya bajarê Helebê Fehîma Hemo ji rojnameya me re axivî.

Fehîma Hemo diyar kir ku di çarçoveya Roja Cîhanî Ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan  Rêxistina Kongar Star dest bi kampaniyekê kir, têde tevahiya rêxistinên jinan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê digrin û wiha domand: “Em ê civînan ji bo hemû qadên civakê li dar bixin, tê de jin û mêr wê tevlî bibin, ji xwe kampaniya me bi navê “Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze”, bi vê drûşmeyê civîn wê bên lidarxistin. Di civînan de wê şîdet weke peyv tenê ji bo jinê neyê kilîtkirin. Di kirîza Sûriyê de şîdet ne tenê li ser jinê hate ferzkirin, li dijî hemû beşên civakî û jîngehê jî hate meşandin.”

Fehîma Hemo wiha domand: “Li pêşiya tevahî cîhanê di heman demê de şîdet li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, dewleta Tirk bi navê cur bi cur qanûna dispilînê derheqê Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, ev jî dikeve warê şîdetê. Di civînên me de wê de bal bê kişandin li ser şîdeta li dijî xwezayê jî; çawa ku dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî daran dibire û kevneşopiyên ku kurdatiya wî gelî nîşan dide tune û qir dike. Li aliyekî din rêjîma Îranê, tevahiya zagonên navnetewyî binpê dike, rojane cezayê darvekirinê derheqê jinan de dide. Ji ber ku jin êdî nema sîstemên heyî û koletiyê qebûl dikin. Wekî din şîdeta ku li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de ye weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li dijî jinan pêk tê, çi destdirêjî be an kuştina di navê cûda de be, di eynî demê demê de çawa ku em dibînin dorpêç ji hêla rêjîmê pêk tên û şerê taybet li ser me dimeşînin. Di encamê de ku sedema van şîdetan zihniyeta baviksalarî ye ku di hemû siyasetên dewletan tê meşandin. Li ser vî esasî pêwîste em xwe biparêzin, di riya civînan em ji gel û civakê re van xalan bidin diyarkirin û wan hişyar bikin û roleke wan tê de hebe da ku guhertineke zihniyetî bidest bixin di cikavê de.”

Fehîma Hemo wiha gotina xwe berdewam kir: “Li gel van civînan wê sê roj perwerde ji bo hevalên mêr bên çêkirin, tê de wê li ser qanûnê jin û malbatê bê şîrovekirin; çawa malbatek demokras ava bikin. Ya duyemîn li ser zayîndperestiyê be. Roja sêyemîn jç wê di derbarê hevjiyana azad e were dayîn, roja çaremîn wê meşeke girseyî ya hevalên mêr bê li darxistin, di 25`ê mijdarê de roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, wê meşeke girseyî ji hêla Kongra Star bê rêxistinkirin, di meşê de wê peyamên Kongra Star ji civakê re bê dayîn.”

Di dawî de Fehîma Hemo wiha anî ziman: “Weke Kongra Star ji bo guhertina hişmendiya mêr xebatek mezin hate meşandin, da ku jin li gel mêr di cihekî bi hev re kar bikin. Tenê qebûlkirina mêr ku têkeve perwerdeyeke Kongra Star tê wateya ku gaveke pir mezin hatiye avêtin, gereke bi çavekî mezin li vê têkoşînê bê meyzekirin. Armancê me ku hîn zêdetir karirbin hişmendiyê biguherînin û malbateke demokrasî ava bikin.”

 

Post Views: 134
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.