Di dema destpêka çepgiriya xwe de, ez bûm şahidê sempatiya hin “hevrê”yan a ji bo dîktatorekî. Di sala 1989’an de destwerdaneke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hebû ku xwe gihand sala di peyre jî. Mudaxeleyî Panamayê kiribû. Li panamayê jî dîktatorekî wê hebû ku heta wê rojê li dijî şoreşgerên Amerîkaya Latîn (Sandînîstên Nîakragûayê di serê vana de dihatin) bikardianî: Manuel Noriega! Pêşiyê 2 caran darbeyên têkçûyî ku DYA’yê piştgirî dida wan pêk hatibûn, lê Noriega serkeftî derketibû. Ji ber vê jî Serok Bushê yekemîn feman dabû û bi operasyneke leşkerî Noriega girtibûn. Ji bo hin çepgiran Noriega, ji ber dijderketina xwe ya li hember DYA’yê, bûbû weke lehengekî.
Îroj jî di cîhana çepgiriyê de, ji ber aloziya bi DYA’yê re, sempatiyek ji Tirkiyeyê re û bi taybetî jî ji Serokomarê wê Recep Tayîp Erdogan re peyda bûye. Weke ku Erdogan li dijî empariyalîzmê be, li hin dewletên xwediya kevneşopiya çepgiriyê, propagandaya Erdogan tê kirin. Weke ku li Venezuellayê alîgirên Madûro, rewşa Erdogan dişibînin, destwerdana emperyalîstan a li dijî xwe.
Hinekî gefên ji Serokê DYA’yê Donald Trump tên vê nêrînê dide însên. Xeke mînak; vê hefteyê Serok Trump (dîsa bi tweetekê) got: “heta îro Tirkiye ji Amerîkayê feyde didît lê ji niha pê ve wê berdel bide.” Berdêl jî ew ku heke Tirkiye kêşe Brunson bernede wê ambargoyên nû deynin ser Tirkiyeyê. Ev ambargo jî heta bidawîbûna îktidara Erdogan wê bidomin. Piştî wî jî, birînên di aboriya Tirkiyeyê de, ji ber vê ambargoyê peydabûne, wê bên kewandin. Eger krîz bi dawî bibe, -were bidawîkirin- ekonomîst dibêjin pêvajoyeke bi qasî 8-10 salan dixwaze ku heta Tirkiye, veguheze rewşa xwe ya beriya vê krîzê.
Di rastiya xwe de destwerdanek heye! Lê destwerdaneke li dijî dîktatorekî heye ku tu aleqeya wê bi bûyina antî-emperyalîzmê re nîne. Mirov dikare ji bo vê yekê mînakên Saddam, Mîlosevîç an jî Esad bi bîr bîne. Dema ev dîktator bûbûn hedefên DYA’yê, li cîhana çepgiriyêji bo wan sempatiyek peyda bûbû. Heta beriya çend salan serokkomarê Îranê yê hingê Mehmûd Ehmedînecad jî, li cem çepgirên amerîkaya latînî bûbû antî-emperiyalîst.
Di çepgiriya Tirkiyeyê de jî, hin derdorên dudilî nêzî dibin hene. Vana, bi bûyina antî-emperyalîst xwe îfade dikin. Di xwezaya xwe de jî antî-amerîkanî karê wan e. Wê were bîran, çawa vana li wan generalên ergenekonî xwedî derdiketin û wan antî-emperiyalîst nîşan didan. Vana şoreşa rojava jî, weke lîskeke emperiyalîzmê nîşan didan. Lewra. li dijî DAIŞ’ê DYA’yê alîkariya YPG’ê dikir.
Lê hê ji destpêka xwe ve, tespîta cîhana çepgiriyê ya li ser emperiyalîzmê vê karekterê wê vedigot. Kapîtlîzma kurewî, kî li hemberî wê bibe asteng wê ji holê rabike. Ew kesên ku bûne kelemên li pêşiya geşbûna wê -ku vana ew dîktatorên wê bi xwe ne- yek bi yek hatine îmhakirin. Gelekî jî eşkere ye ku heman tişt tê serê Erdogan jî.
Burhan ERDEM






