Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Radiyoya  Xabûr Dengê Biratiya Gelan e

17/11/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
Radiyoya  Xabûr Dengê Biratiya Gelan e
Share on FacebookShare on Twitter

Yasmîn Omo / Hesekê

Rêveberiyê Radyoya Xabûr Mêrxan Emadê diyar kir ku ew bi zimanên kurdî û erebî weşana xwe dikin û dengê xwe dighînin bajarê Hesekê û gundewarên wê. Emadî da xuyakirin ku tevî şert û mercên dijwarî ên ku herêm têre derbas dibûn jî, lê Radiyoya Xabûr karê xwe berdewam kir û bûn dengê şoreşê.

Di derbarê kar û xebatên Radyoya rêveberê wê  Mêrxan Emadî ji Rojnameya mere axivî.

Mêrxan Emadî di destpêka axaftina xwe wiha got: ‘‘Radyoya Xabûr di 14’ê Gulana 2015’an de li Hesekê û gundewarê wê dest bi weşana xwe kir. Tevî şert û mercên dijwar ên ku herêm tê re derbas dibûn, bi taybetî kêmbûna alav û amûrên pêwîst, vexumandina radiyoyê ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve dihat kiri, lê bi îradeyeke xurt kar û xebat dewam kirin û roj bi roj xebat pêş ketin. Radiyoya Xabûr deng û îradeya hemû gelên ku li beravên Xabûr dijîn ji hemû pêkhateyan kurd, ereb  û ermen temsîl dike. Radiyoya Xabûr di salên damezirandina xwe de bi hebûna xwe ya li hemû qadan dengbêjiya Şoreşa Rojava nîşan da û ji bo ku rastiya şoreşê, bûyer û pêşketinên li herêmê diqewimin bighîne gel, bi zimanê erebî û kurdî stranên welatparêzî, şoreşgerî, filklorî û curbecur diweşîne. Tevî guhertina firekansa radyoyê ji ber destwerdan û vexumandina ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve dihat kirin, radyoyê guhdarên xwe yên ku li ser bihîstina dengê rastiyê berdewam bûn, winda nekirin. Îro jî bi rêya frekansa 96.3 bi guhdaran re danûstendinê dike, li ser sînorê xwe yên rojhilatî dighêje hin herêmên Iraqê jî.”

Emadî gotina xwe wiha domand:  ‘‘Di radyoya Xabûr de gelek xebatkarên jin û mêr dixebitin . Hin ji wan bernaneya pêşkêş dikin û hin ji wan jî li ser ‘kontirolkeran ’ dixebitin, di demjimêra weşanê de stran û bernameyên curbecûr li ser asta siyasî , leşkerî û civakî û hemû û çalakiyên li Hesekê tên li darxistin,  tên şopandin. Weşana Radyoya Xabûr di demjimêr şeş û nîvê sibehê dest pê dike û di demijmêr 12’ ê şevê bi sirûda netewî Ey Reqîb bi dawî dibe , û sibehê jî bi stranên kurdî û Erebî tî weşandin û dirûşma Radyoyê ‘Dengê Xabûr , Dengê birariya gelan. ’’

Mêrxan Emadî behsa bernameyên radiyoyê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo weşana sibehê , radyo bi bernameya rojane ya bi navê‘ Hêviya Sibehê’ ji demjimêr 8 û nîv dest pê dike û 11 berî nîvro bi dawî dibe, tê de bi zimanê kurdî û erebî mijarên civakî, çandî , xizmetguzarî , çandinî û tenduristî , nêrînên kolanan û tiştên din ên curbecur û mijarên taybet ên jinan , gera nûçegihanan li Hesekê. Radyo ji bo pêşxistina kadroyên radyoyê û perwerdekirina wan ku bibe dengê Şoreşa civakî li herêmê’

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.