Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yara Hesko: Huner dergeha jiyanê ye

17/11/2024
in JIN
A A
Yara Hesko: Huner dergeha jiyanê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilovan Kêfo/Amûdê

Şêwekara kurd Yara Hesko diyar kir ku ew bi riya tabloyên xwe êşa mirovan ya ji ber şer, nehqî, koçberî û hêviya vegera li xakê derdixe holê û got, koçberî gelek bandor li min kir, lê tevî zehmetiyan jî min dikarî xwe pêşbixim.

Şêwekara Kurd Yara Hisko di sala 1996’an de li gundewarê bajarê Efrînê ji dayîk bûye, li Efrîn mezin bûye û xwendina xwe ya sertayî, navîn û amadeyî li wir qedandiyê. Pişre derbasî fakulteya Endizyariyê ya bajarê Helebê bûye û lêsansa bi dest xistiye. Piştî qedandina zanîngehê û ji ber heskirina wê ya biçûkanî ve ji hunerê re, ew careke din li xwendinê vegeriyaye, lê vê carê tevlî fakulteya Hunerên Bedew bûye. Yara di 14 saliya xwe de dest bi xêzkirina tabloyan kir û di sala 2020’an de xeta xwe ya hunerê naskir û bi pisporî tevgeriya.

Derbarê hunera şêwekariyê de, şêwekara kurd Yara Hesko ji Rojnameya me re axivî.

Yara Hesko di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Koçberiyê gelek bandor li in kir, piştî koçberiyê û ji ber rewşa nexweşiya korona ez 2 salan di malê de mam, min zehmetî dîtin, lê min dikarî bû xwe pêşbixim û zêdetir tabloyan xêz bikim. Ez bi riya Tbloyên xwe hestên xwe derdixim holê. Piraniya tabloyên min îfadeya êş, zehmetî, neheqî, koçberî û hêviya vegera li ser axa welat, dikin. Herwiha ez herî zêde di tabloyên xwe de balê dikşînim ser jinê û hestên wê yên ji ber şer û zehmetiyên ku jiyan dike. Di rêya min ya şêwekariyê de herî zêde malbata min piştgiriya min kirin, herwiha tevahiya alavên ku ji bo min pêwîstbûn ji min re peyda dikirin. Niha jî ez rojane pirtûkan dixwînim, têkilyan bi hûnermendan û kesên rewşembîr re dikim, bi vî rtengî ez xwe pêş dixim. Gelek hûnermendan piştgiriya min kirine.”

Yara di derbarê kar û xebata xwe de wiha got: “Ti rengê min ên taybet tune ye, ez ji tevahiya rengan hez dikim. Lê li gorî hestên ku ez tê re derbas dibim ez rengan bikar tînim. Min herî dawî pêşengeha xwe li bajarê Amûdê vekir. Dema wê heftiyek bû, gelek kesan serdana pêşengeha min kir. Ji ber wê ez gelekî kêfxweş bûm. Lê tişta mirov xemgîn dike kêmbûna şêwekaran bû. Ji ber gelek girînge ku ew jî nerîna xwe bidin. Ez dixwazim herdem xwe pêş bixim, herwiha hêviya min ew e ku em tevahî bi aramî jiyan bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.