Wednesday, June 4, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xebat û komîteyên Kongra Strar…(3)

17/11/2024
in JIN
A A
Xebat û komîteyên Kongra Strar…(3)
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Kongra Star wekî rêxistineke jinan e, guh dide hûrbûyênên hemû qadên civakî  û her tiştê ku eleqedarî jinan dibe. Da ku jin û civak bi rêxistin bibe û jiyanek demokrat, aştiyane û azad bidome wê 14 komîte ava kiriye.

Awayê rêxistinkirin û karkirinê

Kongra Star xwe li ser komîn, meclîs, akademî, kooperatîf û komîteyan birêxistin dike. Li ser vê bingehê; di bajarok, nahiye û kantonan de li gorî esasên meclîs û komînan xweser û resen birêxistin dibe. Cihê ku bajarok, nahiye, mintiqe û meclîsên kantonan ava dibin û xwe birêxistin dikin, komîn û meclîsên taxan in. Komîn û meclîs pêkhatinên esasî yên beşdariya herî berfireh û rêveberiyên cihî ne. Cihê gotin, nîqaş û biryargirtina jinan, meclîs û komîn in. Jin, weke hêza civakî despêkê bi rêya komîn û meclîsan tevlî polîtîkayê dibin. Akademî di her mijarê de qadên zanekirin û perwerdekirina jin û civakê ne. Kooperatîf jî, qadên birêxistinbûn û pêşxistina  aboriya komînal û hilberîna aboriya ku têra xwe bixwe dike ne.

Komîteyên Kongra Star

Pêkhatinên jin ên rêxistî yên Kongra Star, li gorî rêgez û şixulîna Konfederalîzma Demokratîk têkoşîn dikin û xebatan dimeşînin. Di şaxên bîrdozî, rêxistinî, siyasî parastina rewa û mijarên stratejîk de, bi hev re biryaran digirin û pêk tînin.  Girêdayî komîn û meclîsan bi armanca birêxistinkirina tevahiya qadên jiyana civakî, komîteyên curbecur ava dibin. Her komîteyekê rêziknameyeke xwe ya xebatê heye û li gorî vê rêziknameyê xebatên xwe dide meşandin. Komîteyên Kongra Stra jî ev in:

Komîteya Serokatî

Rêber Apo ji bo jinan, tezên azadîyê ava kirin û ew kirin xwedî vîn ,hêz  û xwedî rol di avakirina civakê de. Herwiha ji ber rewşa herî giran a ku rêberê gelan tê de dijî û ji bo ku kar û xebatên pêwîst ji bo azadîya Rêber Apo were kirin  divabû ku komîteyeke ji jinên sîyastmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, hem jî jinên civakê û dayîkên şehîdan bê avakirin ku li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi hemû aliyên alaqedar ên xwecihî, herêmî, navdewletî û raya giştî ya jin û rêxistinên alaqadar re bikevin têkilîyan pê re jî xurtkirina tekoşîna huqûqî, diplomasî. Di heman demê de fikir û felsefeya wî di nava civakên cuda de, belav bibe û civak û gel bi felsefeya Rêber Apo bidin naskirin û perwerdekirin.

Komîteya Ekolojî:

Ekolojî hemû tiştên zindî mîna mirov, av, ax, xweza û nebat, di hundirê xwe de dihewîne. Di ber parastina av, ax û xweza di pêşxistina hişmendiya civaka xwezayî de berpirsiyar e. Kongra Star li hember hemû kiryarên ku li dijî xwezayê tê kirin, meşandina têkoşînê erka xwe ya sereke dibîne. Komîteya Ekolojî, di civakê de hevsengiya xweza, mirov û hemû zindiyan dide avakirin, bi parastina hawirdor xwe bi rêxistin dike û dide meşandin.  Herwiha ji bo civakek demoqratîk, ekolojîk û  ne cinsîyetparêz tekoşîn dike.

Komîteya Hevjiyana Azad

Rola vê komîteyê ya sereke avakirina malbat û civakeke demokratîk e , li hemberî hişmendîya mêr a desthilatdar tekoşîn dike di avakirina civakek wekehev ser bingiha hevjiyana azad bi bandore û ji bo guhertin û veguhertina civakê xebatê dide maşandin. Ji bo perwerdeya jinan û civakê plan û bernameyan li pêş dixe û bi hemû beş, sazî û rêxistinên jinan re, têkilîyên xwe xurt dike.

Komîteya Civakî

Armanca wê ya sereke ew e ku di civakê de hişmendiya civakî pêş bixe. Ji bo pêşxistin û parastina mafê mirovan, aştî, werzîş, bawerî, zarok, pîr, astengdar, mexdûrên şer û koçberiyê, malbatên şehîd û xaziyan plan û projeyan pêş dixe, rêxistinbûn û sazîbûnên pêwîst ava dike.

Komîteya Siyasî

Komîteya Siyasî erkdar e ku siyaseta demokratîk ji hêla jinan ve di herêm û qada navnetewî de bimeşîne. Ji bo vê jî di pêşxistina tektîk û stratejiyeka siyasî a bi bandor û bi hêz de berpirsyar e. Bi rêxistinên jin ên ku di nava partiyên siyasî û jinên hemû saziyan û Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirin re nîqaşên hevpar, xebat piştevanî û hevgirtinê pêşdixe.

Komîteya Xweparastinê

Li hemberî tevahiya şêwazên êrîşên pergala zilamê serwer, domdariya rêxistinbûna konfederal a demokratîk a jin û têkoşîna azadiyê weke teşeya xweparastinê digire dest. Li gorî rêgeza “Netewa Demokratîk rehenda xweparastinê ye” xwe bi rêxistin dike.

Komîteya Edaletê (Meclisa Edaleta Jin)

Ev komîte di pêşxistina sazîbûn û bergeha tewereya(eksen) jinê ya edaletê de berpirsyar e. Ji ber zayendperestiya civakî pirsgirêkên edaletê yên ku jin tê de jiyan dike hene, lewma bi xebat û rêxistinên ku di çareseriya pirsgirêkên edaletê yên jinê de xwedî rist in, dikeve nava hevpariyê.

Komîteya Aboriya Komînal

Di pêşxistina hişmendî û rêxistinbûna aboriya komînal a jinê û di pergalkirina xebatên aboriya jinan de berpirsyar e. Di her astê de li dijî polîtîkayên aborî yên tekedest û neolîberal têkoşînê dike û aboriya-ekolojîk a civakî pêşdixe. Di serî de gund; qadên aboriya berdêl (alternatîf) bi beşdariya civakê birêxistin dike.

Komîteya Çand û Hunerê

Li dijî qirkirina çandî, têkoşîna çandî dimeşîne, ji bo ku çandên di pencê qirkirina çandî de jiyan dikin biparêze, pêş bixe û bide jiyankirin, xebatên piralî dimeşîne. Ji bo parastin, danjiyankirin û pêşxistina çand, huner, ziman û wêjeya kurdan û gelên ku li Sûriyê jiyan dikin, xebatan dimeşîne, sazîbûn û rêxistinbûnan li pêş dixe.

Komîteya Perwerde û Akademiyan

Ji bo ku daneheva entelektûel, zanebûna civak û jinê li pêş bikeve, xebatan dide meşandin. Bi pêşxistina şoreşa zihnî, avakirina civaka exlaqî û polîtîk li pêş dixe. Li ser bingehê polîtîkayên perwerdeya jin akademiyên jinan bi rêxistin dike. Herwiha ji ber ku di nava jinan de kadroyên avakirina pergala Xweseriya Demokratîk derkevin holê û bibin xwedî ezmûn, xebatan dimeşîne.

 Komîteya Tenduristiyê

Komîteya Tendurstiyê ji bo rêxistinkirin û pêşxistina xebatên tendirustiya jinê berpirsiyar e. Li dijî polîtîkayê hêzên sermayedar a yekdestîkirin û weke sektora qezencê lê kirina qada tendristiyê, têdikoşe. Li hemberî çewtkirin ango berovajkirina modernîteya kapîtalîst a ku mijara tendirustiyê dadixe asta rewşa başbûna cismî(fizîkî) a kesan” tendirustiyê bi hemû qadên din ên jiyanê re girêdayî, digre dest û weke “Başbûna cismî, rûhî, siyasî û civakî” pênase dike. Li hemberî nêzîkatiyên pozîtîvîst ên di bin navê branş de qada tendirustiyê ji hev perçe dike, têdikoşe.

Komîteya Çapemeniyê

Veguherîna civakî ya demokratîk a serdema me weke amûreke bingeh a rêxistinbûnê dibîne û xwe li ser vî esasî bi rêxistin dike. Komîteya çapemeniyê, danasîn û belavkirina nirxên komînal ên demokratîk ên jinê, her wiha têkoşîn, berxwedan û geşedanên şoreşî yên azadiya jinê yên ku bi rojane pêşdikevin bi rêbazên dilniwaz, fêrker û bandor ji jinan û gelan radigihîne. Li dijî şerê taybet û psîkolojîk ku bi her awayî bi pêş dikeve, di qada çapameniya jin de têkoşînê dike û hewl dide ku çapemeniya jin a altenatîf pêşbixe.

Komîteya Têkilî û Tifaqan

Ev komîte di pêşxistin û birêxistinkirina xebatên dîplomasiya jin de berpirsyar e. Ji bo ku jin, gel û civakên cuda bi hev re di nava jiyaneke aştiyane de, bijîn, xebatan dide meşandin. Têkilî û tifaqiyên xwe yên dîplomatîk dispêre hêza civakê û wan têkilî û tifaqan li ser bingehê berjewendî û pêdiviyên civak û civatan li pêş dixe.

Komîteya Darayî

Ji rêxistinkirin, bihêzkirin û bipergalkirina xebatên darayî yên jinan berpirsiyar e. Ji bo vê yekê jî, bi sazîkirina xebatên maliyê weke erkê sereke datîne pêşiya xwe. Bi riya polîtîkayên darayî ên di xweseriya jinê de bên destnîşankirin, çareserkirina pirsgirêkên aborî weke yek ji erkê xwe yê sereke dibîne.

Post Views: 63
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’

04/06/2025
Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin
NÛÇE

Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin

04/06/2025
GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE
HAJMARA PDF

GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE

04/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

04/06/2025
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
QUNCIK NIVÎS

Sînemaya Jinan li Rojava nebûye diyardeyeke gelêrî û civakî

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.