Berdevka Rêxistina Stêrk ya Parastin û Şopandina Mafê Zarokan li Kantona Efrîn û Şehbayê Bedîa Mislim da zanîn ku ger hêz û saziyên navnetewî dikarin çavên xwe li hemberî talankirin jêdarên jiyana gelekî bigrin, lê wê nikarbin çavên xwe li hemberî qetilkirina sivîl û zarokan bigrin.
Zana Roj/ Şehba
Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike, di encamê de bi dehan sivîl tên şehîdxistin. Bi van êrîşan re bi esedan komkûjî derheqê zarok û sivîlan de pêk aniye. Di nava van êrîşên dawiyê de careke din zarokên Kurd bûne qurbanî û bedelên giran hatin dayîn.
Girêdayî mijarê berdevka Rêxistina Stêrk ya Parastin û Şopandina Mafê Zarokan li Kantona Efrîn û Şehbayê Bedîa Mislim ji rojnameya me re axivî.
`Divê êdî berteka dewletên navnetewî bê derketin`
Bedîa di destpêkê de êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kir û wiha pê de çû: “Dagirkeriya Tirk di sûç û kiryarên xwe yên derheqê gelê Kurd de weke her car bi hovîtiyeke mezin berdewam e. Faşîzma Tirkiyê di van êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, careke din dixwaze nasnameya xwe ya dagirkirin û qirkirina gelê Kurd tesbît bike. Di derheqê zarokên Kurd û tavahî pêkhateyên din de bi sedan komkûjî dane pêk anîn. Berteka dewletên navnetewî divê êdî li hember hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê bê derketin. Ger dikarin çavên xwe li hember talankirin û wêrankirina binasazî û jêdarên jiyanê gelekî bigrin, lê nikarin çavên xwe li hember qetilkirina sivîl û zarokan bigrin.”
`Dîroka Tirkiyê bi komkûjiyan tijî ye`
Bedîa di berdewamiya axaftina xwe de ev ragihand: “Dîroka faşîzma Tirkiyê bi pêkanîna komkûjiyên zarokên Kurd tijî ye, di derheqê zarokên Efrînê yên ku koçberî herêma Şehbayê bûne de gelek caran komkûjî pêk anîn. Di sala 2019 an de li navçeya Til Rifetê di encama êrîşên li ser sivîlan de 8 zarok hatin şehîd xistin. Kiryarên dagirkeriya Tirkiyê heyanî vê kêliyê jî bi hedefgirtin û komkûjiyên bi vê awayî berdewam dikin. Di êrîşên 23 yê Cotmehê de bi giranî navçeya Til Rifetê bombebaran kir, careke din koçberên Efrînê û zarokên wê bûne qurbanî. Di van topbaranan de zarokê bi navê Melek Şiyar ya 5 salî şehîd bû û 4 zarok jî birîndar bûn.”
‘Zarok ji mafê xwe yê jiyankirina jiyaneke bi ewle bê par in’
Bedîa daxuyakirin ku zarokên kurd ji mafê xwe yên jiyan û zaroketiyê bê par in û wiha domand: “Ji mafê her zarokekî ye ku zaroketiya xwe bi awayekî tendurist durî şer û pevçûnan jiyan bike, her çi dibe jî lê divê mafê zarokan bê parastin û xwedî jiyaneke bi ewle bin. Zarokên Kurd bi taybet temenên gelek giran di kiryar û hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê de dane. Zarok divê bixwînin, jiyaneke aram jiyan bikin, bi zaroketiya xwe kêfxweş bibin û pê re mezin bibin. Ger şert û merc çi dibin bila bibin lê divê zarok nebin bedel û mafê jiyanê ji wan neyê standin. Îro di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li hember van êrîşan bi hezaran zarok ji mafê xwe yên xwendin û jiyankirina jiyaneke bi ewle bê par in. Bê guman ev yek jî bi zanebûn ji aliyê dijmin ve tê kirin”.
‘Pêwîste sazî û rêxistinên navnetewî bi erkê xwe rabin’
Di dawiyê de bedîa bang li Rêxistinên cîhanî ku û wiha got: “Li hember kiryarên ku derheqê zarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de têne kirin, tavahî rêxistinên û saziyê navneteweî yên ku xwe li hember parastina mafê zarokan berpisyar dibînin; erk û berpisyar iyên xwe pêk bînin. Herwiha hesab ji dagirkeriya Tirk bixwazin û rê nedin qetilkirina zarokan. Li ser wê bingehê em bang li rêxistinên mirovî û yên parastina mafê zarokan yên navnetewî dikin ku bi erkên xwe rabin û bibin hêzeke heqîqî di parastina jiyan û giyana zarokan de.”