Thursday, June 5, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Perensîb û binesaziya Kongra Star…(2)

13/11/2024
in JIN
A A
Perensîb û binesaziya Kongra Star…(2)
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Kongra Star rêxistineke taybet ji bo jinan e. Li ser felsefeya Neteweya Demokratîk û ramanên Rêber Apo di qadên civakî, bîrdozî, siyasî, leşkerî û hwd… xebateke bêhempa dide meşandin. Herwiha Kongra Star, bi vîn û hêza jinên azadîxwaz hertim xwe di nava civakê de bi rêxistin dike û hewleke mezin dide ku azadiya jinan bi dest bixe.

Pirensîbên giştî yên Kongra Star:

Di tevahiya qadên weke bîrdozî, civakî, siyasî, xweparastin, tenduristî, perwerde, çand, dîplomasî û hwd… de xwe bi rêxistin dike û têdikoşe. Ew beşdariya demokratîk a cihêreng ku cudahiyan digire nava xwe, dipejirîne. Di biryaran de bawerî û hevparbûn esas digire. Her wiha pêkanîna xwesertiya her rêxistin û saziyê li ber çavan tê girtin. Di tevahiya qad û komîteyên Kongra Star de rêveberî bi hilbijartinê tê ser kar. Beriya dema kifşkirî, di rewşeke ku ji erkgirtin û guhertin pêwîst dike de, ji aliyê rêveberiya rêxistina jinê ya têkildar û rêveberiya Kongra Star ve sazî tê çêkirin. Di neçariyê de bi rêbaza tayînkirinê ango destnîşankirin, erkdarkirin pêk tê. Rêxistina Kongra Star di mekanîzmeya xebata xwe de rêgeza aşkereyî (elaniyetê) esas digire. Ji ber vê yekê jî li ser bingehê komun, meclis, akademî, koperatîf û komîteyan xwe bi rêxistin dike. Di tevahiya sazî, komîte û rêxistina giştî de nûnertiya wekhev û pergala hevserokatiyê esas digire. Di rêxistin û saziyên jinan de bi tevlîbûna kes û nasnameyên hikmî/hiqûqî di tevahiya qadên civakê de weke rêxistinbûna sîwanî ya konfederal bi rêxistin dibe. Her rêxistinek, komele, komîte, rêxistineke civaka sivîl a jinan û rêxistinên jinan ên partiyên siyasî û hwd… yên ku hevpeymanê dipejirînin, dikarin bibin endam. Her rêxistinek xwesertiya xwe diparêze û di mijarên weke birêxistinbûn, berpirsyariya beranberî hev, xebat û biryaran de hevparbûn esas tê girtin.

Binesazî û mekanîzmeya rêxistinî ya Kongra Star:

Kongra Star li ser çar qadan, mekanîzmeya xebatê dide meşandin yek jê li ser bingeha li darxistina kongreyan. Li aliyekî din bi riya kordînasiyon û meclisan di nav re jî avabûna rêveberiya Kongra Star karê rojane dike. Dezgeha biryarê ya herî jor a Kongra Star, kongre ye û du salan carekê tê lidarxistin. Di tevahiya qadên xebatê de bi tevlîbûna hejmareke pêwîst a nûneran kongre pêk tê. Delege li gorî asta rêxistinbûna kanton, komîte û rêxistinan tên diyarkirin. Xebatên giştî yên du salan ên Kongra Starê tê nirxandin, pêşniyarên guhertina hevpeymanê tê destgirtin û xeta bîrdozîk-polîtîk tê biryardayîn her wiha ji bo du salan plansazî tê aşkerekirin.  Ji bo ku xebatên du salan bimeşînin nûnerên hilbijartî yên kanton, komîte û rêxistinan ên ku di konferansan de hatine hilbijartin, weke endamên meclîsê, Kongra Star wan qebûl dike û bi wî şêwazê meclîsa xwe diyar dike. Di kongreyê de endamên kordînasyonê ku ji 5 an jî 7 kesan pêk tê, tên hilbijartin. Ew kordînasyon bi berdevkên komîteyan re rêveberiya Kongra Star pêk tînin.

Kordînasyona Kongra Star

Kordînasyona di navbera komîte û rêxistinan de pêk tîne, di biryaran de li gorî rêgezên demokratîk hevparbûn û li ser bingehê karbeşiyê birêxistinbûnê esas digire. Li hemberî meclis û rêveberiya Kongra Star berpirsiyar e. Xebatên tevahiya rêxistin, şax û komîteyan dişopîne, perspektîf pêşkêş dike û vedinêre. Di nava xwe de berdevka xwe dide diyar kirin. Rêxistinbûn û saziyên ku pêwîst dibîne pêş dixe. Desteya Displîn; dispilîn parçeyeke ji sîstema civakî, rêxistinî û rêxistinkirina têkilyên di navbera andam, rêveberî, kar,sazî an jî rêxistinan ji bo vê yekê komîteya disiplînê kar û xebatên pêwîst dide meşandin û bi awayê perwrdekirin û fêrkirinê li ser esasê rêz girtin û bi hevre karkirin, parastina nirxan û bi endam, rêveber û kesên aleqedare dixebite û dema pêwîstbe li gorî rêziknameya xwe mudaxeleyên tên xwestin dike.

Meclisa Kongra Star

Ji herêm, kanton, komîte û ji rêxistinên jinan ên xebatên giştî dimeşînin û ji nûnerên jinên Ciwan pêk tê. Her nûnerek di cih, komîte û rêxistina xwe de weke hilbijartî tê kongreyê û bi wî awayî nûnertiya xwe di meclîsê de dibîne. Berpirsiyara cîbicîkirina biryarên ku di kongrê de hatine girtin û plansaziyên ku tên xuyakirin. Her wiha ji bo mijarên gelekî pêwîst, komîsyonên mayînde û demkî ava dike. Berpirsyara amadekirina civînin asayî û awarte yên kongreyê ye. Meclis, mehê carekê civînên xwe li dar dixe, bi awayekê giştî xebatên xwe dike, plansazî û perspektîfên mehane pêşdixe. Pê re jî civînên xwe yên nîvsalane û salane jî weke periyodîk pêk tîne, xebatan bi awayekî berfireh digire dest û hevpar dike, hem jî biryar û planên nû amede dike. Meclis, li ser daxwaza endamên meclisê an jî di rewşên ku kordînasyon pêwîst dibîne de, bi awayek awarte kom dibe.

Rêveberiya Kongra Star

Rêveberiya Kongra Star ji berdevkên komîteyan, nûnerên Jinên Ciwan û endamên kordînasyonê pêk tê. Rêveberiya Kongra Star her 15 rojan carekê civîna xwe li dar dixe, xebatan dinirxîne, biryar û plansaziyên hevpar pêşdixe. Di heman demê de li pêşdariya Meclisa Kongra Star berpirsyar e. Lewma jî xebatên piratîk ên tên meşandin ji nêz ve dişopîne, venêrîn dike û di derbarê meşandina xebatan de perspektîfên rojane dide.

Darazên (hikmên) giştî

Kongra Star, xwe di pêşxistina pergala Rêveberiya Xweser de berpirsyar dibîne. Di înşaya civakî ya her qadekê wê pergalê li gorî rêgeza nûnertiya wekhev erka xwe ya pêşengtiyê pêk tîne. Kongra Star, têkiliya xwe ya bi Rêveberiya Xweser re li ser Desteya Jin pêşdixe. Di tevahiya qadên giştî yên xebatê de vîna biryargirtina jinê, ya jinê bixwe ye. Her yekîneyekê rêxistinê di her mijarekê ku jinê eleqedar dike de nûnera jin muxatab digire, di biryarên di derbarê jinê de hevpar dibe. Kongra Star YPJ’ê weke rêxistina parastina jin dipejirîne û xwe di hêzkirin û mezinkirina YPJ’ê de berpirsyar dibîne. Kongra Star, Jinên Ciwan weke hêza guherîn, çalak û pêşeng a civakê dibîne, li ser vê bingehê; li gorî berpirsyariya beramberî hev tevdigere, meşandina têkoşîn û xebata hevpareyî esas digire. Kongra Star, bi rêveberiyên xwecihî yên ekolojîk re ku qadên bingehîn ên pergala konfederasyona demokratîk û veguherîna civakî ne, li ser hişmendiya hevdû temamkirinê têkilyan pêşdixe, xebat û projeyên hevpar dimeşîne. Kongra Star, hevpeymanên jin ên navnetewî dipejirîne û xwe di pêkanîna wan hevpeymanan de berpirsiyar dibîne.

Post Views: 78
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’

04/06/2025
Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin
NÛÇE

Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin

04/06/2025
GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE
HAJMARA PDF

GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE

04/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

04/06/2025
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
QUNCIK NIVÎS

Sînemaya Jinan li Rojava nebûye diyardeyeke gelêrî û civakî

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.