Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nexweşiyên demsala zivistanê û xweparastin

10/11/2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
Nexweşiyên demsala zivistanê û xweparastin
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Qamişlo

Bijîşk û pisporê pergala hundirîn ya mirovan Ilwan Mihmed diyar ku di demsala zivistanê de gelek nexweşiyên pergala bêhindayînê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibin û xweparastina ji van nexweşiyan pir girîng e.

Bi hatina demsala zivistanê re gelek nexweşî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibin. Belavbûna van nexweşiyan bi sedema serma û guhertina avhewaya herêmê ye, di encamê de nexweşî pir dibin. Lê ji ber buhayê derman û bijîşkan welatî pir zehmetiyan dikşînin. Ji ber wê xweparastina ji van nexweşiyan pir girîng e.

Girêdayî nexweşiyên zivistanê, di heman demê de astengî û zehmetiyên ku bi xwe re tîne Bijîşkê pergala hundirîn ya mirovan, Ilwan Mihmed ji rojnameya me re axavî.

Nexweşiyên demsala zivistanê

Ilwan Mihmed dazanîn ku bi hatina demsala zivistanê re mirov bi gelek nexweşiyên cuda yên pergala bêhindayînê dikevin û wiha got: “Di demsala zivistanê de gelek mirov nexweş dikevin, ev yek jî bi sedema serma û guhrtina avhewayê ye. Ji ber vê yekê nexweşiyên ku herî zêde li herêmê belav dibin weke nexweşiya kulbûna qirikê, kulbûna gedeyê û nexweşiyên vîrosî di nava mirovan de belav dibin. Ev nexweşiyên zivistanê bandorê li tenduristiya kesê nexweş dike û pergala wî parastinê lawaz dike, bi taybet bandorekî neyênî li nexweşên ku berê nexweşiyên giran bi wan re hene, dike.Pêwîste kesê nexweş xwe ji hewîrdora xwe dûr bixe, ji ber ku ev nexweşî di nava mirovan de belav dibe û pir bi bandore.”

Parastin ji nexweşiyên demsala zivistanê

Ilwan Mihmed anî ziman ku ji bo parastina mirovan ji nexweşiyan tendurstiyeke saxlem pêwîste û wiha got: “Dema ku kesê nexweş ji cihekî gerim diçe cihekî sar ev nexweşî bêhtir bandorê li kesê nexweş dike. Herwiha nexweşiya ku gelekî  di demsala zivistanê de belav dibe nexweşiya vîrosî ye ,di heman demê pêwîste kesê nexweş li ser fêkiyan tîmar bibe. Divê kesê nexweş siporê bike, ji bo ku hêza laşê nexweş xurt bibe. Ji ber ku ev nexweşî laşê mirov gelek lawaz dike, divê kesê nexweş li xwe baldar be ji bo ku zû rehet bibe.”

‘Rêveberiya Xweser bi nexweşan re alîkare’

Ilwan Mihmed da zanîn ku dermanê van nexweşiyan li herêmê peyda dibe, lê nirxê wan bihaye û wiha got: “Dermanê van nexweşiyên demsala zivistanê gelekî buhaye, ji ber ku ji derveyî herêmê tê.  Ji ber vê yekê kesên nexweş berê xwe didin saziyên bêdirav ji bo ku deremanê nexweşiyê peyîda bikin. Di heman demê de Rêveberiya Xweser bi gelek aliyan bi gel re dibe alîkar û bi tayîbet di aliyê tendirustî de, herwiha ji aliyê Rêveberiya Xweser ve gelek dermangeh ji bo nexweşan hatine vekirin. Pispor bê dirav li van demangehan de xizmeta nexweşan dikin. Hin caran bi riya rêxistinan derman tên van dermangehan û nexweş dikire dermanê nexweşiyên demsala zivistanê peyîda bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.