Ronaz Silêman/Qamişlo
Di nava PKK’ê de xeta azadiya jinê veguheriye kanî û jêderke şaristaniya demokratîk. Jin bi hişmendiya PKK’ê niha di asta herî bilind de cih digire. Herwiha jinê di nava PKK’ê de rastiya xwe nas kir û di tekoşîna ewqas salan de karî mêjiyê koletiyê bi yê azadiyê biguherîne.
Dîroka têkoşîna PKK’ê destaneke vejînê ye. Hem vejîna neteweyî ye, hem jî dîroka hêz û îradebûna gelê Kurd e. Têkoşîna PKK’ê kir ku gelê Kurd bibe gelekî ji bo jiyaneke azad û demokratîk têdikoşe. Di nava vê têkoşînê de gundek, kolanek, taxek, bajarokek û bajarek nema ku ranebû ser piyan. Bi hezarê caran rabûn serhildanê û li ser vê bingehê bi rêxistinbûna xwe şoreşa neteweyî, siyasî, demokratîk, çandî û civakî hate pêkanîn. Pênaseya “gelê serhildanê” ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd kir, karakterê şoreşgerî yê gelê Kurd raxist pêş çavan. PKK’ê, gelê ku li cîhanê weke yê herî paşmayî dihate dîtin, kir gelê herî şoreşger ê pêşketî.
Xeta azadiya jinê kaniya demokrasiyê ye
Nasnameya bingehîn a PKK’ê karakterê azadîparêziya jinê ye. Ev erdnîgariya ku şoreşa neolîtîk a bi pêşengiya jinê lê pêk hat, îro bi pêşengiya PKK’ê bi têkoşîna şoreşa demokratîk a li ser xeta azadiyê ya jinê, veguheriye kanî û jêderke şaristaniya demokratîk. Di şexsê gel û jinên Kurd de mirovahiyê îro berê xwe dane Rojhilata Navîn. Gelê Kurd bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê dimeşîne, wê ne tenê xwe azad û demokratîk bike, di heman demê de wê deriyê demokratîkbûnê jî li Rojhilata Navîn heta dawiyê veke û bi rengê ku li dîroka xwe bê, veguherîna dergûşa şaristaniya demokratîk. Ji bo PKK’ê zor û zehmetî nînin, lê hemû zor û zehmetî ji bo PKK’ê sedema têkoşînê ye.
PKK’ê stratejiya parastina xweser û azadiyê nîşan dide
PKK’ê di nava kurdan de hişmendiya xweparastinê bi pêş xist. Hem gelê kurd ji pêvajoyên qirkirinê parast, hem jî ew kir xwedî hêz û helwest li hemberî faşîzma Tirk. Di tekoşîna ewqas sal de karî mêjiya koletiyê bi yê azadiyê biguherîne. Li ser wî esasî şêwazê xwerêvebirinê bi pêş xist. Îro li Rojava, Bakur, Başûr û Şengalê ev rastî tê dîtin. Hişmendiya xweparastin û xwebirêvebirinê bi derketina PKK’ê re di nava kurdan de gihaşt asta herî jor. Di roja me ya îro de di nava civaka kurd de, yekîne û saziyên xweparastinê hene.
Jin bi hişmendiya PKK’ê gihişt lûtkeyê
Beriya PKK’ê jin di malê de sînordar bû. Ji ber paşverûtiya civakê jin ji mafê xwe bê par hate hiştin. Zextên civakê, zextên malbatê bi navê parastina namûsê jiyana jinê di tehlûkê de bû. Her cure êrîş, destdirêjî, zilm û zor li ser dihat dimeşand. Lê bi PKK’ê re, jin derbasî nava hemû warên jiyanê bû. Bû xwedî artêş, sazî, rêxistin û îradeyeke azad. Jin bi hişmendiya PKK’ê niha di asta herî bilind de cih digire.
Rêber Apo sedsala 21’ê kir mîrasê jinê
Têkoşîna azadiya jinê û şoreşa jinê li dijî modernîteya kapîtalîst û hêzên hegemon wekî rojekê hiltê û cesaretê dide paşeroja mirovahiyê. Rêber Apo ji bo sedsala 21’ê dibêje sedsala şoreşa jinê. Yanî têkoşînek li dijî bêwateya demê ye û demê watedar dike. Şaristaniya ku 5 hezar sal’in desthilatdar e û mejiyê 500 hezar salî yê modernîteya kapîtalîst wekî mejiyê mêr pêvajoyek xerab pêş xistiye. Dem ew deme ku têkoşîna jinê ya bi wate li dijî berhemên bêwate yê mêran pêş dikeve. Ji ber vê yekê ev dem dema azadiya jinê û şoreşa jinê ye. Herwiha Dîroka 5 hezar sal bi berxwedana jinê derbas bû, lê bêyî jinê hat nivîsandin. Jinan gelekî li ber xwe dan, lê rêxistinbûyînek domdar nekarîn nîşan bidin. Lewma jî bi serneketin. Dîrok jî ji aliyê serkeftinên sexte yê mêran ve hat nivîsandin. Lewra jin bi parastinê dîroka xwe ji nûve dinivîse.
Şoreşa “Jinê” şoreşa azadî û evîna rastiyê ye
Îro li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê pêdiviya sereke di çarçoveya felsefeya “Jin Jiyan Azadî” de îsyana xwe, pergala demokratîk û xweparastinê pêş bixin. Li gelek welatan û nasnameyên din jî li dora dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hatin cem hev û bûn dengek. Ev jî dengê xweparastinê û têkbirina mêrê hegemon e. Divê sedsala 21’ê veguherînin sedsala şoreşa jinê û ev jî dengê xweşikbûn, azadî û evîna rastî ye. Divê ev deng qet bêdeng nebe û heta azadiya jin, civak û xwezayê mezin bibe.
PKK’ê tevgera jinên azad e
Jinan xwe di nava PKK’ê de dît, nas kir û xwebûna xwe peyda kir. Rêxistiniya jinê ya ku li qadên siyasî, îdeolojîk û leşkerî hate afirandin, îro ji bo tevahiya jinan bûye qada têkoşînê. YJA STAR jî hêza parastina rewa ya vê rêxistiniyê ne. Jinên ku ji damezrandina PKK’ê ve bi rengekî çalak cihê xwe di nava her qadên rêxistinbûnê de girtin û bi rola pêşengiyê rabûn, li qada parastinê jî rola xwe lîstin û artêşbûna xwe afirand. Bêguman vê têkoşînê bi pêşengiya YJA STAR (Yekîneyên Jinê yên Azad) ên jinên Kurd; bi pêşengiya berxwedana YPJ, YJŞ û HPJ’ê kir ku jinên li tevahiya cîhanê berê xwe bidin xweparastin, nasnameya xwe û îradeya xwe.
Pêşenga xeta Apo’î û PKK’ê Sakîne Cansiz e
Jinên ciwan îro bi ruhê Rêbertî û PKK’ê li hemberî êrîşên hovane ên dijmin li ber xwe dide. Tekoşer Sakîne yekemîn jin e ku cihê xwe di nava Tevgera Azadiyê de girt. Kesayeteke têgihîştî û zana bû, di warê dîrokî, felsefî û têkoşîna jin de xwedî rol û pêşengiyeke bê dawî bû. Ev yek bi tevahî jinan re parve dikir û ji bo pêşxistina wê xebatên bê navber dimeşand. Hevala Sakîna ji Dêrsimê bû, weke tê zanîn jî ku ev bajar di gelek komkujiyan re derbas bû. Herwiha rastî gelek êrişên pişaftin û qirkirinê hatin, şehîd Sakîne jî di nava rewşeke wiha de xwe bi bîrdoziya Rêber Apo pêçand û riya azadiya hilbijart. Di heman demê de şehîd Sakîna ji bû jinên têkoşer bû mîmara serxwebûn û azadiyê û îro roj li ser xeta wê bi hezaran jinên ji hemû pêkhateyan dişopînin û ruhê xweparastinê li pêş dixin. Meşa PKK’ê û azadiya jinê bi pêşengtiya têkoşer Sakîna dest pê kir, ev meş sînordarî çiyayên azad nebû, lê belavî cîhan û Rojhilata Navîn bû. Herwiha pêşenga xeta Apo’î û PKK’ê Sakîne Cansiz e.