Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di wênekêşiyê de gavên têkoşînê yên jinên Kurd

10/11/2024
in JIN
A A
Di wênekêşiyê de gavên têkoşînê yên jinên Kurd

JINHAGENCY

Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Evîn Abbasî ku bi xelatan ji pêşbirkên navneteweyî vegeriya, got:”Rewşa wênekêşiya jinan di civaka Kurdistanê de baştir bûye û tabû têne şikandin” û diyar kir ku ew her tim li ser jinan û tecrûbeyên wê radiwestin.

Wênekêşên jin ên li Îranê bi wêneyên xwe hewl didin jiyanek tevahî bi çavên xwe vebêjin. Yek ji wan jinan jî Evîn Abbasî ye.

Di mihrîcana ku îsal li Kirgizistanê hat lidarxistin de, berhemên Evîn Abbasî ji aliyê Komeleya Wênekêşên Asyayê ve di asta navneteweyî de hatin xelatkirin. Evîn Abbasî di beşa ‘wênekêşana têgînî’ de bû yek ji 30 wênekêşên herî baş ên cîhanê. Hunermend di vî warî de xwediyê gelek xelatan e.

Evîn Abbasî li gundê Şûî yê Banê ji dayîk bûye, xwendina xwe ya seretayî û navîn li Tehranê qedandiye. Xwendina xwe ya zanîngehê di beşa yasa de li zanîngeha Peyam Nûr a bajarê Seqizê qedandiye. Lê belê, wê hilbijart ku di wênekêşiyê de bibe profesyonel. Evîn Abbasî xebatên xwe weha vegot.

Evîn Abbasî têkildarî eleqeya xwe ya pîşeyî ya bi wênekêşiyê de jî got, “Ji sala 2016’an û vir ve bi awayekî cidî û profesyonel bi wênekêşiyê re eleqedar im. Şêwaza xebata min konseptî ye. Ez bi giranî di qada jinê de dixebitim. Sedema ku xebatên min di festîvalan de derdikeve pêş ev e. Ramanên nû û nûbûnên di rêbazên xebatê de ku karê min di warê wênekêşiyê de aktuel û balkêş dike.”

‘Tabû hatin şikandin’

Evîn Abbasî, da zanîn ku jin di karê xwe de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin û got ku her ku hejmara jinan di vî warî de zêde dibe, tabû jî tên şikandin. Evîn Abbasî got, “Di dema dawî de ev tabû di civaka Kurdistanê de hatin şikandin. Berê hebûna kamerayek di destê jinekê de nedihate pêşwazîkirin. Kevneşopî û adetên di civakê de gelek astengî derdixistin, lê niha di vî warî de qada xebatên jinan zêdetir bûye. Gelek malbat hê jî nahêlin keçên xwe vî pîşeyî hilbijêrin. Di wê baweriyê de ye ku pîşeyê paşerojê nîne, lê cîhana îro cîhana deng û wêneyê ye û derfetên mezin û balkêş ji bo jinên afirîner di vî pîşeyî de hene. Bêguman wênekêşiya têgehî hîn bi têra xwe nayê zanîn û mirov niha bêtir bala xwe didin wêneyên xwezayê.”

Di wêneyan de mijara sereke jin e

Evîn Abbasî, anî ziman ku mijarên wê herî zêde jin in û wiha got: “Sedema ku mijarên min bi piranî jin in ew e ku ez jî jin im û di nava vê civakê de dijîm. Ez bawernameya hiqûqê heye û di malbateke ku tê de bira nebûn de mezin bûm. Ev rewş her tim bû sedem ku kesên derdora min bi awayekî cuda li min û malbata min binêrin. Hemî van ezmûnan ji min re bûn alîkar ku şêwazek xebatê ya cuda bibim. Mijarên min ên wênekêşiyê bi giranî xwişkên min, jinên taxê û jinên civaka derdora min in. Ez di wêneyên xwe de rasterast peyamekê nadim temaşevanan; Belê her temaşevanek li gorî zîhniyeta xwe li ser wêneyan şîrove û ramanan dide û bi vî awayî rê li ber temaşevanan vedikim.”

Evîn Abbasî ku li welatên cuda beşdarî gelek pêşangehên navneteweyî bû û ji her pêşbirkê bi xelat vegeriyan, diyar kir ku ew dixwazin berhemên wê bigihêjin zêdetir mirovan.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.