Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kar û xebatên Şaredariya bajarê Qamişlo

06/11/2024
in ÇAND Û HUNER
A A
Kar û xebatên Şaredariya bajarê Qamişlo
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Qamişlo

Wekî tevahiya şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo jî hewil dide ji kar û xebatên xizmetguzarî re bibe bersiv. Hevseroka Şaredariya bajarê Qamişlo Emel Şemdîn diyar kir ku kar û xebatên yên ji bo ximeta gel bê navber dewam dikin.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê, di dawiya meha Îlona sala 2012’an de, ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyê ji gel re, Şaredariya li bajarê Qamişlo hat avakirin. Şredariyê  roj bi roj kar û xebatên xwe berfirehtir kir û domand. Tevî êrîşên heyî yên ser herêmê û rewşa zehmet ya aborî jî, şaredariyê  xebatên rêvebirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyên civakê yên wek; ekolojî, paqijî, sîstema riyên bajar û gundewarên wê di asteke baş de domand.

Di derbarê piroje, kar û xebatên Şaredariya bajarê Qamişlo , hevseroka Şaredariya Bajarê Qamişlo Emel Şemdîn ji rojnameya me re axivî.

Emel Şemdîn daznîn ku ji destpêka Rêveberia Xweser hatî avakirin, yekem  saziya  ku hatî avakirin Şaredariya bajarê Qamişlo bû û wiha got: “Di destpêkê de kar û xebat li ser asta bajarê Qamişlo dihat birêvebirin.  Piştî demekê şaredarî bû du beş, beşek ji aliyê Rojava û beşên  ji alyê Rojhilat, roja îro bû yek şaredarî ya bajarê Qamişlo, piştî êrîşîn li ser herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê hatin kirin, gelek kes koçberbûn, derbasî cihên ewle bûn, yekem ji wan cihan bajarê Qamişlo bû, di heman demê de erdinîgariya herêmê û gelek  cih hatin guhertin. Di encamê de Şaredarî astengiyan di vî milî de dikşîne, herwiha hin cih li bajarê Qamişlo hene ne hatine berferehkirin û heta roja îro nehatine birêxistkirin.”

’Em hertim bi gel re alîkarin’

Emel Şemdîn axaftina xwe wiha domand: “Derfetên aborî ku tên nîşankirin li gorî derfetên Rêveberiya Xweser tên dayîn. Di sala 2022’an de mîzaniya bajarê Qamişlo 545 hezar dolar bû. Lê îsal mîzanî 380 hezar dolare. Piştî hevpeymana civakî ji aliyê Rêveberiya Xweser vê hat erêkirin, sîstema şaredariyan hate birêxistkirin , her şaredarî li gorî sîstema xwe kar û xebatên xwe dide meşandin. Li gorî derfetên Rêveberiya Xweser ji bo gelên herêmê  em xizmetê dikin. Em hewil didin ku hem ji aliyê avakirinê ve xwe têrkirin û hem ji aliyê pirsgirêkên gel çareser kirinê bikin.”

‘Pêwîste ku gel jî bi me re bibe alîkar’

Hevseroka Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo Emel Şemdîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Beşê ku herdem kar li ser tê kirin  û em zehmetî û kêmasiyan tê de dînin, milê paqijiyê ye. Paqijî li gorî sîstema ku hatî dayîn, li kolanên giştî her rojê du caran û li kolanên din her du rojan carekê erebeya paqijiyê digerin. Herwiha sedema ku heya niha hin pirsgirêkên paqijiyê derdikevin, ew jî  ji ber nebûna çanda paqijiyê ye. Pêwîste welatî jî jî bi me re bibin alîkar. Me gelek caran jî pêngavên paqijîyê di riya semîneran li komîn û dibistanan dane, pêngavên paqijiya giştî jî carina li taxan tên kirin. Lê bi giştî paqijiya bajarê Qamilo heya astekê baş nayê meşandin. Banga me ji tevahî gelê  me re ku bi me re bibin alîkar û bi erkê xwe rabin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.