Hemza Sêvo/ Qamişlo
Di çarçoveya pêkanîna soza peyama rewşenbîrî de wê HRRK’ê 10’emîn Mehrecana Rojava ya Çand û Hunerê di 8’ê Mijdarê de li dar bixe. Tê de jî wê panêl, şano û şevbuhêrkên hunerî-wêjeyî bên lidarxistin. Herwiha Mistefa Ebdo eşkere kir ku nêzî 130 rewşenbîr tevlî mehrecanê bûne.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi durşmeya ‘Em bi peyama xwe ya rewşenbîrî bi hezkirinê berdewam dikin, bi sirûdên axê û bi tembînameyên cangoriyan dixemilînin’ wê li navenda xwe ya bajarê Qamişlo di 8’ê Mijdarê de dest bi mehrecana xwe bike.
Mehrecana Rojava ya Çand û Hunerê salane tê li darxistin, îsal jî wê 10 rojan berdewam bike. Wê rojane seet 4’ê êvarî dest pê bike.
Li gorî agahiyên ku HRRK’ê dan rojnameya me, bernameya mehrecanê jî wiha ye:
Roja yekê
Di roja yekem de wê bi navê ‘Nirxandina kar û xebatên sazî û dezgehên Rewşenbîr û Nivîskaran’ panêlek ji hêla Kemal Necim ve were lidarxistin.
Piştî panêlê jî wê çîrok û helbestên bi zimanê kurdî ji aliyê hejmarek çîroknivîs û helbesvan ve werin xwendin. Ji van kesan Botan Hoşê, Cemîl Dahir, Ebdulsemed Mehnûd, Ferhad Bekhinadî û Zekeriya Efrîn e. Di heman demê de wê Ebdulbarî Ehmê, Ebdulrehman Mihemed, Ehmed Telal Elî, Fewaz Osê, Ibrahîm Berekat û Meryem Temir helbestên xwe yên bi zimanê erebî bixwînin.
Roja 2’yan
Di roja duyemîn ji mehrecanê de wê panêlek bi serenavê ‘Rola Hişmendiya Civakî Di Parastina Nasnameya Kurdî De Li Sûryayê’ ji aliyê Welîd Çûlî ve were rêvebirin. Hem jî wê Ebîr Drêî, Samiya Ibrahîm, Merwan Şêxê, Fîraz Osman û Hukmet Ibrahîm helbestên xwe yên bi zimanê erebî bixwînin.
Piştre jî bi rêzê wê çîroknivîs Amir Ferso, Taha Husên, Diyaa Iskender, Sena Ebdela, Ahîn Heyder û Sîbilcan Sulêman çîrokên xwe yên bi zimanê erebî bixwînin.
Şanoyek bi navê ‘YÊ KU NAYÊ’ ji alyê derhêner Ebduljabir Hebîb ve were pêşkêşkirin.
Roja 3’yan
Roja 3’an ji mehrecanê wê bi navnîşana ‘Efrîn di Navbera Çiyayê Kurmênc û çiqulê zeytûnê de’ panêlek ji aliyê Welîd Bekir ve li dar bikeve.
Piştre jî wê Dildarê Aştî, Gulal Kasanî, Ibrahîm Silêman, Narîn Metînî, Şev Husên, Zahid Xelef, Kamran Şêxê, Selîm Mihemed, Ebduljabir Hebîb, Ebdulmejîd Xelef û Ciwan Silo helbest û çîrokên xwe yên bi zimanê kurdî û erebî bixwînin.
Di dawiya roja 3’an jî wê belgefîlmek di derbarê Osman Sebrî de were pêşandan.
Roja 4’an
Di roja 4’an de ji mehrecanê de wê panêlek derbarê ezmûna hunerî ya şêwekar Umer Hemdî(Malva) ji aliyê Hêvîn Ebdo ve were rêvebirin.
Piştre jî wê şevbuhêrka bi navê Çîrok û Helbestxwendin Kurdî û Erebî were lidarxistin. Tê de jî wê Xemgînê Remo, Mahîn Şêxanî, Turkî Remo, Ibrahîm Berces, Ehmed Fewzî, Erîfa Bekir, Yasmîn Meşayix, Alan Ebdela, Ciwan Evdal, Rojîn Mihemedê Mûsê û Fehîm Mûrî helbest herwiha çîrokên xwe bixwînin.
Herî dawî ji roja 4’an wê belgefîlmek li ser jiyan û hunera hunermend Cemîl Horo were pêşandan.
Roja 5’an
Roja 5’an ji mehrecana Rojava ya Çand û Hunerê wê panêlek li ser rewşa fêrkirin û perwerdeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla Welîd Çolê ve were rêvebirin.
Herwiha wê şevbuhêrka bi navê Êvara Ava Mezin were lidarxistin û tê de jî helbestvan Newaf Hemed Seîd, Ebdulrehman Silo, Heyv Ebdî, Yûsiv Ebû Ceger, Xalid Qasim, Mehmûd Sefo, Mihemed Şerîf Berhik, Mihemed Emîn Sadûn, Aycan Salih û Azad Piling helbestên xwe bixwînin.
Di heman rojê de wê bi serenavê ‘XENA NE XEWN’ şanoyek ji aliyê derhêner û lîstikvan Xebat Findê ve were pêşkêşkirin.
Roja 6’an
Di vê rojê de wê panêlek têkildarî rola jinê di sazî û dezgehên rewşenbîrî de ji hêla Meyrem Temir ve were rêvebirin.
Piştre jî wê şevbuhêrkek bi gotina çîrok û helbestan were li darxisin kesên beşadar jî ev in: Cindiyê Xizan, Umran Yûsiv, Umran Menteş, Ebas Ismaîl, Qadir Egîd, Adil Ibrahîm û Luqman Yûsiv.
Herî dawî ji pêşveçûna roja 6’an ji mehrecanê wê belgefîlmek li ser Elî Tico were pêşandan.
Roja 7’an
Di vê rojê de wê panêleke taybet bi serenavê ‘Rewşa Romanê li Rojavayê Kurdistanê û berawirdiyên seretayî’ bi rêvebirina Ebdulmejîd Xelef li dar bikeve.
Piştre şevbuhêrkeke helbest bi navê ‘Êvara Ava Mezin’ li dar bikeve, tê de jî wê Diyala Elî, Ebdulhelîm Ehmedlawî, Ehmed Ciwêl, Mehmûd Ebdo, Nûredîn Bavê Hozan, Rûken Elîşêr, Xorşîd Mûsa, Yasmîn Ebas û Zîlan Keçel helbestên xwe yên bi zimanê kurdî û erebî bixwînin.
Roja 8’an
Di roja 8’emîn de wê panêla bi navê ‘Li Rojavayê Kurdistanê Rewşa Jîngehê û Rola Komele û Saziyên Jîngehparêz’ ji aliyê Zîwer Şêxo ve were rêvebirin.
Piştre jî wê şevbuhêrkek bi navê ‘Êvara çavkaniyên Xewnên Şîn’ li dar bikeve. Tê de jî rewşenbîrên ku ji Serêkaniyê ne wê beşdar bibin. Yên beşdar jî ev in: Mizgîn Tahir, Kawa kalê, Ebdulwehab Pîranî, Anahîta Sîno, Mustefa Sîno, Ehmed Ebdulreûf, Îsa Xelo û Fatma Ehmed.
Roja 9’an
Di destpêkê de wê panêlek bi navnîşana ‘Li Rojavayê Kurdistanê Rewşa kovar û Kovargeriya Kurdî ya Kaxezî’ ji aliyê Kemal Necim ve were rêvebirin.
Di heman demê de wê Hesen Hesen, Pêşeroj Cewherî, Bêrîvan Amûda, Beşîr Mele Newaf, Selah Seyda, Çelebî Ehmed, Mehmûd Hesen Hezokê û Arşekê Baravî helbestên xwe bixwînin.
Roja 10’an
Di vê rojê de jî semînerek bi serenavê ‘Têgihiştin di navbera rastnivîs û watedariya bêjeyan de’ ji aliyê Deham Ebdulfetah ve were dayîn.
Herwiha wê şevbuhêrka Êvara Ciwanên Helbestê were lidarxistin û tê de jî Aras Qasim, Besam Elebdela, Delîl Sado, Dilyar Hebîb, Dilyar Osê, Diyala Elî, Eliksandra Mihemed, Emîna Teter, Nûra Ubêd, Yasmîn Cesas, Baran Mi’o û Nalîn Ne’mo helbestên xwe bixwînin.
Piştre jî ahengek bi riya Ferhad Bekhinadî ve were lidarxistin.
Roja 11’an
Roja 11’an tu têkiliya wê bi mehrecanê re tune ye û wê tê de Xelata HRRK’ê ya Afirandinê were ragihandin. Ev xelat wê ji aliyê kesekî bazirgan ve yê bi navê Telal Elşêx were dayîn û temenê wê jî hezar dolar.
Girêdayî Mehrecana Rojava ya Çand û Hunerê, cîgirê serokê HRRK’ê, Mistefa Ebdo ji rojnameya me re axivî
Armanc pêşxistina wêje, çand û hunera kurdî
Mistefa Ebdo da zanîn ku armnc ji mehrecanê ew vekirina deriyê derfetê ji nivîskar, helbestvanên kurd e û geşkirina wêje, çand û hunera kurdî ye û wiha got: “Em weke HRRK’ê bi armanca pêşxistin û parastina wêje, ziman, çand û vekrinina deriyê derfetê li pêşiya geşdana helbestvan, rewşenbîr û nivîskaran 10’emîn Mehrecana Rojava di 8’ê vê mehê dest pê dikin. Ev demeke dirêj e ku em amadekariya wê dikin. Tevî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêma me û nearambûna ku em tê re derbas dibin, me soza pêkanîna peyama rewşenbîriyê didomînin. Di rojên pêş de wê mehrecan dest pê bike û nêzî 130 kesên rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedar beşdar bûne.”
‘Beşdarbûn ji kantonên din tune ye’
Ebdo diyar kir ku di mehrecanê de tu kes ji bajar û kantonên din tevlî mehrecanê nebûne û wiha domand: “Wekî em dizanin, mehrecana me li ser asta Rojava ye, lê rewşenbîr û nivîskar tenê yên Kantona Cizîrê tevlî bûne. Kesên li Kobanê û Şehbayê ji ber rewşa êrişên dagirkeriyê û dûrbûna rêya dirêj, beşdarî mehrecanê nebûne. Lê tenê kesên ji Kobanê û Efrînê yên ku li kantona Cizîrê dimînin cihê xwe di nav mehrecanê de girtin.”
‘Wê şevbuhêrkek ji bo ciwanan li dar bikeve’
Mistefa Ebdo dest nîşan kir ku rojeke taybet ji bo ciwanan hatiye destnîşankirin ji bo helbestên xwe bixwînin û wiha got: “Da ku em derfeta derbirînê li pêşiya ciwanan vekin, me rojeke xwendina helbestê ji bo ciwanan dest nîşan kir. Lewma jî wê bêtirî 10 ciwan helbestên xwe bixwînin, jinên ciwan jî xwedî cihekî taybet in di şevbuhêrka ciwanan de. Li aliyekî din me xwest ku cihekî taybet ji jinên rewşenbrî di mehrecanê de çêkin, hejmareke baş ji jinan beşdarî mehrecanê bûne, lê belê dîsa jî rêjeya wan kêm e.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku sala 2023’an mehrecan li ser asta 14 rojan hate lidarxistin û 165 rewşenbîr, helbestvan, nivîskar û hwd… beşdarî wê bûn.