Friday, June 6, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Rojava rewşa perwerdeya bi zimanê zikmakî

06/11/2024
in Uncategorized
A A
Li Rojava rewşa perwerdeya bi zimanê zikmakî
Share on FacebookShare on Twitter

Rizoyê Xerzî

Perwerdeya zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji dersên bi dizî li malan dihatin dayîn dest pê kir niha perwerdeya bi zimanê kurdî li zêdeyî 4 hezar dibistanan tên dayîn.

Piştî salên 90’î li Rojavayê Kurdistanê ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî hin hewldan çêbûn û bi rengekî veşartî me li malan bi dizî zarok kom dikirin û li malan ew hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî dikir.

Di navbera salên 1996 heta 1999’an de ez bi xwe yek ji wan kesan bûm ku tev li wê hemleyê bûm, min bi dehan komên zarokan li malan hînî xwendin û nivîsandina kurdî kir. Wê demê hin kesên ku em dişopandin û tenê henekê xwe bi me dikirin digotin: “Her wiha filankeso çend zarok kom kirine û wê ji wan re safî bike.” Hinekan wiha qerfên xwe bi me dikirin lê kesên ku zarokên xwe dispartin me ne wiha difikirîn û wan guh dida girîngiya perwerdeya bi zimanê zikmakî.

Bi rastî ez nikarim navê perwerdeyê lê bikin ji ber ku wê gavê tu mufredatek li ber destê me tune bû û her mamosteyekî li gorî zanîna xwe ew zarok hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî dikirin. Lê piştî şoreşê me jî û wan kesên qerfê xwe jî bi me dikirin nû nas kir û ew pêngava hînkirina zarokan çiqasî giring bû. Gelek ji wan zarokên ku bi rengekî veşarî li malan hînî xwendin û nivîsandina kurdî bibûn piştî şoreşê hewcedariya bi wan kesan derkete holê. Piraniya wan kesan bûn mamoste û pêşengên perwerdeya zimanê zikmakî. Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê di warê ziman û perwerdeyê de jî gavên mezin hatin avêtin û şoreşek di wî warî de jî hate destpêkirin.

Pêngava herî girîng jî di dema 19’ê Tîrmehê de me dest bi karên ji bo perwerde û ziman kir. Saziya Zimanê Kurd (SZK) di vir de bi roleke girîng rabû. Ji aliyê perwerdekirina mamosteyan, avakirina sîstema perwerdeyê ve karên girîng hatin kirin.

Mufredata Rêveberiya Xweser

Di salên 2015 û 2016’an de li Efrîn û Kobanê ji pola destpêkê heta pola sêyemîn bi mufredata Rêveberiya Xweser perwerde hate dayîn. Li Cizîrê ji pola destpêkê heta pola duyemîn. Li Cizîrê di dema perwerdeyê ya 2016 û 2017’an de mufredata Rêveberiya Xweser heta pola 6’emîn hate dayin. Li Kobanê û Efrînê jî derbasî pola 12’an bû. Di sala 2017-2018’an de li Cizîrê ji pola 6’emîn heta pola 12’emîn derbasî mufredata Rêveberiya Xweser bû. ji sala 2015’an heta 2018’an mufredata Rêveberiya Xweser derbasî hemû dibistanan bû. Pergala perwedeyê ya ku bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re li Rojava bi kedeke mezin hate afirandin, heta bê vê astê gelek zor û zehmetî dît. Pêvajoya perwerdeyê ya ku li malan bi kûrsên bi dizî dest pê kir di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi mufredata xweser bi 3 zimanan dewam dike.

Îca ji bo ew kesên ku qerf û henekên xwe wê demê bi hewldanên hînkirina zarokan di wan kursên ziman de dikirin, ez vê agahiyê bidim wan bes e: Niha li tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 860 hezar û 729 xwendekar hene. Li şûna wan çend malên ku bi dizî me di wan de kursên ziman didan zarokan niha 4 hezar û 798 dibistan hene. Li şûna wan çend mamosteyên ku bi dilsozî zarok hînî ziman dikirin niha zêdeyî 42 hezar mamoste hene. Her wiha li van dibistanan ne tenê bi zimanê kurdî, bi zimanê erebî û suryanî jî, bi sê zimanan xwendekar perwerdeyê dibînin.

Post Views: 147
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.