Yasmîn Omo / Hesekê
Hevserokê Saziya Giştî ya Pembo Mistefa Ibrahîm diyar kir ku berhemê pembo yê îsal xwedî cure û berhemdayîneke başe. Herwiha birahîm da xuyakirin ku texmîn dikin ku îsal nêzî 75 hezar ton pembo ji cotkaran bê wergirtin.
Pembo yek ji girîngtirîn cureyên çandiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku cotkar lê kêleka çandiniya ceh û genim wê jî diçînin.
Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo wergirtina pembo ji cotkaran sê navend li Hesekê, Dêrazorê û Reqayê vekir. Di 1’ê Cotmehê de Saziya Giştî ya Pembo dest bi wergirtina pembo ji cotkaran bi buhayê 600 dolar ji yek tonê re, kir . Li gorî Desteya Çandinî û Avdanê ev bûhayê pembo li beramberî lêçûna madî ji bo cotkaran guncawe.
Di derbarê mijarê de hevseroka Saziya Giştî ya Pembo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mistefa Birahîm ji Rojnameya mere axivî.
Mistefa Birahîm di destpêka axaftin xwe wiha got: ‘‘Saziya Giştî ya Pembo li herêma Bkaur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergirtina berhema pembo ji cotkaran beriya dema wergirtinê bi 3 mehan hazrtî jê re kirin. Li devrên ku pembo tê çandin wekî heskê , Dêra Zorê û Reqayê navendên wergirtina pembo ji cotkaran hatin vekirin. Van her sê navendan di 1’ê Cotmehê de destt bi wergirtina pembo ji cotkaran kir. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin tê texmênkirin nêzî 75 hezar ton pembo ji cotkaran were wergirtin. Hûşa yekem ya pembo bi giştî wê ji cotkaran were wergirtin, lê heta niha nediyare ka wê hûşa duyemîn bê wergirtin yan. Ev jî di demên pêş de wê bê zelalkirin.”
Ibrahîm di dewama axaftina xwe de wiha got: “Wergirtina pembo ji cotkaran re hêsane. Cotkar serdanan yekîniyên Şêweriyê yên herêma xwe dike û belgeyê bi dest dixe, piştî wê dikare pemboyê xwe bêne navendên wergirtinê. Wergirtina Pembo ji cotkar zêde dem naxwe, rojek yan du rojan dirêj dike. Zehmetiyên ku em dibînin ew e ku hin caran bazirgan pemboyê xwedî cûreyên nebaş û yên baş li nav hev dixin û tînin ji me re, herwiha hin caran ji bo giranî zêde bibe pembo şil dikin û tînin navendên wergirtinê. Gelek cûreyên pembo hene, nirxê kirîna wê jî li gorî cûre, pilya şiliyê û paqijiya wê tê dayîn.”
Mistef Birahîm axaftina xwe wih bi dawî kir: ‘‘Li navdên wergirtina pembo ku me vekirine, tevahiya karmendên tê de kar diin perwerdekirî ne û karê xwe birêkûpêk dikin. Herwiha pemboyê ku em ji cotkaran werdigrin tê veçirandin û paqijkirin, piştî wê em pêdiviya gargehên xwe jê digrin, yê zêde dimîne jî bi riya Rêveberiya Xweser ji bo bazarê derve tê firotn. Bi giştî Îsal cûreyê pembo başe û berhema wê zêde ye, ji 1 donimî 350 kîlo heta 500 kîlo pembo tê berhemdayîn.